Ji Şaredariya Peyasê xebata rijandina 80 hezar ton qîrê asfaltê

10:08

JINHA

AMED - Gerînendeyê Karê Fenî a Şaredariya Peyasê ya Amedê li gorî bernameya 2016'an li navçeya Peyasê cihê pirsgirêka peyarê û binesaziyê çareser bûye dest bi rijandina qîrê kir. Bi vê xebatê re dê 80 hezar ton qîr bê rijandin.

Li navçeya Peyasê Gerînendeyê Karê Fenî ya Şaredariya Peyasê cihê pirsgirêka peyarê û binesaziyê çareser bûye dest bi rijandina qîrê kir. Bi vê xebatê re li gorî bernameya 2016'an dê 80 hezar ton qîr bê rijandin. Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin û Fatma Arşîmet û cîgirê hevşaredaran Nîhat Salmiş tevlî xebata asfalt rijandinê bûn, xebat li ber çavan derbas kirin û ji xebatkaran agahî stendin. Der barê xebatê de hevşarê Peyasê M. Alî Aydin agahî da û wiha got, "Sala derbasbûyî bi kedek mezin me 100 ton qîrên asfaltê rijand. Îsal jî em ê 80 ton asfalt birijînin. Li cihê niştecihê nû jî em ê xebata peyarê û çareserkirina pirsgirêka binesaziyê bidomînin. Li hember kampanyayên reşkirinê ya desthilatdaran cardin jî em ê xebatên xwe bê navber bidomîn in. Van êrîşana nikare me ji xizmeta gelê me dûrbixîne."

'Xebata me ya pêşî xizmeta gel e'

Hevşaredara Peyasê Fatma Arşîmet jî têkîldarê mijarê wiha axivî, "Me li cihê niştecihê nû dest bi xebatê kir. Bi xebata rijandira qîrê re xebata peyarê û çareserkirina pirsgirêka binesaziyê jî didome. Em weke şaredariyên DBP'yî dê tim di xizmeta gel de bin. Bi gel re em ê di hewldana avakirina bajarekî mînak de bin."

(rc)