Ayla Akat: Divê rapor bi awayekî cidî bê teşhîkirin

11:13

JINHA

AMED – Bertekên jinan yên li dijî gotinên serokkomar Erdogan yên wekê ‘Nifşê me ziwa dikin’ berdewam dikin. Bendevka KJA’yê Ayla Akat got daxuyaniyên tên dayîn û raporên tên derxistin ne ji rêzê ne ûgot: “Ev rapor sibê dikare ji qanûnan re bibe mijar. Ev zîhniyeta yekparêz ya dewletê mirovan ditirsîne. Divê ev bi awayekî cidî bê teşîrkirin.

Bedevka demî ya KJA’yê Ayla Akat Ata, gotinên serokkomar Erdogan yên têkildarî bedena jinê, rapora Komîsyona Destberdana TBMM’ê û polîtîkayên ku hewl didin jinê hepsê malê bê kirin, nirxand.

Aylayê got kes nekare biryar bide ku jin çend zarokan tîne û got: “Li ser maseya Lijneya Ewlehiya Neteweyî, welîdîna jinên Kurd û hejmara zarokan hatiye nîqaşkirin. Serokkomar li ser plana malbatî mijara ewlehiyê nîqaş dike û dibêje emê wisa nifşê xwe bidomînin. Her kes xwedî biryareke ku çend zarokan bîne. Em serokkomarekî ku daxuyaniyên wekê çend zarok divê bên çêkirin, li ser navê meşandin nifş, dide dibînin. Biryara ku divê jin bide di rojeva polîtîka welat de cih girtiye. Em li dij vê ne. Di bin vê de polîtîkayeke neteweperest heye.”

’80 jin hatin qetilkirin’

Aylayê diyar kir ku di 3 mehan de 80 jin hatiye qetilkirin û got: “Dewlet li şûna ku li lêgerînan bigere, komîsyonên nû ava dike û komkujî û tacîzê rewa dike. Îro li welat şîdeta li ser jinê mirovan dike nava xofê. Di 3 mehan de 80 jin hatin qetilkirin. Li şûna li ser vê bisekinin, li ser pirsgirêka destberdanê disekinin û dikin rojev.”

‘Ger muxalefet tinebe dîktatorî heye’

Aylayê bi lêv kir ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tevgerên jinan bi salan li dijî vê zîhniyetê şer kirine û got: “Em dizanin ku li welatekî muxalefet tinebe, demokrasî nekare bê jiyîn. Ger di civakekê de muxalefet tinebe, li wir dîktatorî heye. Vê êdî xwe di komîsyonên parlamentoyê de jî daye der. Tevgerên jinan bi salan têkoşiyan. Yek ji qezencên herî baş ya hat bidestin dewletê di zewaca ku bi tecawizkar re tê zewicandin û mijara zarokan de şûnde pêngav avêtibû. Lê niha bi vê rapora komîsyonê re dîsa pêşiya vê tê vekirin.”

‘Yên di bin parastinê de jî tên qetilkirin’

Aylayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku jin dema dibin parastina dewletê de bin jî tên qetilkirin û got: “Wan tînin nokteyeke wisa ku jinên di bin parastinê de divê biryarên xurt pêşkêşî dadgehê bikin. Ger delîlên wisa bên xwestin û ev jî ji xwe tê wateya dijberbûna jinê.”

Aylayê di dawiya axaftina xwe de got divê ev rapora hatiye amadekirin wisa ji rêzê neyê nirxandin û got: “Ev sibê disbê dikare ji qanûnan re bibe mijar. Ev rapor li gorî îslam û çanda Tirkan hatiye ava kirin. Lê Tirkiye xwedî bingeheke pir bawerî, pir zimaniye. Ev nêzîkatiye yekparêz ya dewletê mirovan dike xofê. Ji bo vê jî divê pir baş bê teşîrkirin.”

(hu)