Li hember jiyana modertnite çîroka dayika Hayriye 77 salî
11:35
Beritan Canozer/JINHA
AMED - Jinên Peyasê li hember jiyana modernite jiyana gunda ya xwezayî avakirin, lê ji aliyêkî ve jî avahî bilind dibin.
Bi hezaran jin ji bo polîtîqayê ku dewlet li Kurdistanê dan meşandin neçar man ji gundê xwe koç bibin. Jin ji xwezayê bi vî rengî hatin durkirin. Jinan li hember jiyana bajar û metropolan li berxwedan û li bajara jî dev ji çanda xwe ya tenûran bernedan. Dîsa jin Taxa Peyasê jiyana hevbeş û çanda gundan li bajara avadikin. Jinên bi hezaran sal li berxwe didin çiqas diçe dinav qelebalixa bajar û bilindahiya avahiyan de winda dibin û jin nava kolanên teng de jiyanek veşartî avadikin.
Taxa Peyasa Amedê li bajêr taxa herî kevne. Taxa nifûsa wê 100 hezar çiqas diçe zêdetir dibe lê jiyana di nav betonê de jinan aciz dike û jin li hember jiyana madernîtê li berxwe didin. Beşek ji taxê hîn jiyana hevbeş û xwaziyî avakiriye û beşa din jî lê avahî bilind dibin. Dayika Hayriye Sari ya Lîceyî û li Taxa Peyasê jiyan dike diyar kir ku ew beriya wan rojên hevbeş û piştgirî dike û wiha berdewam kir: "Em li Taxa Peyasê disa wek wan rojên berê jiyan dikin. Em cîran hevdu pirs dikin alîkarî didin hev, lê bes cîrantiya avahiya ne wiha ye. Ne cîrantî heye û ne piştgirî heye. Di nava avahiyan de tenê xerîbî heye."
Dema dayika Hayriye qala jiyana gund dikir rûyê wê aram dibû û ji aliyekê jî çaya xwe vedixwe û ji aliyê din ve jî wiha qala jiyana gud dike: "Em li gunda her sibih zû dirabûn û em diçûn nava baxçeyan, me çandinî dikir. Pişt re me sewal diderxistin çêrandinê. Dema em diçûn malê jî me kare xwe yê male dikir piştî wê em diçûn devera gund ya herî xweş, me jinan bi hev re sohbet dikir. Dema me ji sewalan şîr didot me ji şîr penîr û mast çêdikir. Me dizanî şîr ji ku tê dilê me rehet bû û me fêkiyên xwe jî bi xwe diçand. Li gund hertişt xwezayî bû tenduristiya me baş bû. Li gunda em diçûn mala cîranan û cîran dihatin mala me û dest bi sohbet dikir. Dema zivistan dihat em û cîran li hev digihîştin hev û hem me sohbet dikir û hem jî beniyên guza û bastêq dixwar. Dema me tepsik şorbe bikelandena me nivî dibir ji cîranan re."
'Di nava me de îxanet û derew nebû'
Hayriye wiha got: "Dema em li gunda yek nexweş ba ne em diçûn ziyareta hev. Hemû kes bi keda destê xwe dixebitî û dizî, derew nebûn. Dema zarokên me ji derve di leyîstin tirsa me ya ku 'dê tiştek bê serê zarokên me nebû. Ne cîrantî ne piştgirî û ne jiyana xwazayî ma ye. Hemû der xistin avahî, navendên kar û bi telefonê bi aqil mirov xistin nexweşê nexweşi yê. Dema neviyê min tê malê serê xwe ji telefonê dernaxin. Gava telefon nebe bi kompîtûre re mîştuxwil dibin. Ji bo neviyê min jiyan bi telefonê avabûye û kî mirîye kî saxe heya wî jî nîne."
'Li navenda bajer jiyan'
Hayriye ya ku bi zarokên xwe re li nava Taxa Peyesê jiyan dike, hemû roja li baxçeyê ku bi xwe çêkiriye derbasdike û wiha qala jiyana taxê kir: "Ez ji Taxa Peyasê pêde nikarim li tu deran jiyan bikim. Evder wek gundê mine, dilê min çawa dixwaze ez jiyan dikim. Her roj em cîrana li ber deriyên xwe sohbet dikin. Ez di nava avahiyan de bijîm ezê bimrim. Ez hertim ji neviyên xwe re qala demên berê dikim. Ez dixwazim neviyên min dîrok û çîrokên Kurda demên berê zanibin."
Hayriye dest nîşan kir ku çiqas teknolojî û dem te guhertin serê ciwanan tevlî hev dibe û wiha qala guhertina ciwanan kir: "Heya nefesa xwe ya dawî ezê jiyana xwezayî nîşanî zarokên xwe bikim. Dema teknolojî pêşket û avahî bilind bûn wî çaxî meriv hatin guhertin, nexweşî zêdetir bû û meriv ji hev re biyanî bûn. Ezê heya nefesa xwe dawî rastiyê nîşanî zarokên xwe bidim. Heyfa gunehê ji van ciwanan re. Nexweşxane tijî nexweşin. Ma sedema van nexweşiya ne diya re? Ez jî vir bangî peywirdara dikim bese êdî. Hûnê heya kengî me tune bikin. Ya hun me bi şer dikujin yan hûn me bi amurên teknolojiyê qatildikin. Em dixwazin vegerin jiyana xwezayî em naxwazin ji kargihan şîr û mast bistînin em dixwazin ji sewalên xwe şîr û mastê bixwin.
(dt/zt)