Di hemleya Minbicê de gundê Cosa jî hat rizgar kirin
11:35
JINHA
KOBANÊ- Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gundê Cosa ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Operesyona ku Meclîsa Leşkerîya Minbicê daye dest pêkirin dewam dike. Îro serê sibehê li gundê Cosa û Hesen Axa Tehtanî yên 13 km dikevin rojavayê Çemê Firatê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ`ê de pevçûnan dijwar rû da. Di encama pevçûnên ku saatekê dom kirin de di saat 07:10`an de gundê Cosa ji çeteyan hate rizgarkirin. Hat diyarin ku di pevçûnên li herêmê rû dan de 12 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û 5 laşê çeteyan tevî çek û zexîreyan ketin destê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Hat zanîn çeteyên ku li hember şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê neçarî reve bûn, gule li gundiyan reşandin û gundiyek birîndar kirin.
Li gundê Hesen Axa Tehtanî pevçûn didomin.
(rc)