Ji bo Xezal Aras kampanya azadiyê

12:29

JINHA

AGIRÎ - Esnafên navçeya Giyadînê ya Agirî ji bo Hevşaredara girtî Xezal Aras serbest bê berdan, kampanyaya azadiyê da destpêkirin.

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, esnafan ji bo Hevşaredara girtî Xezal Aras kampanyaya serbest berdanê da destpêkirin. Aras di meha adarê de piştî hatibû binçavkirin, piştre hatibû girtin. 6 hezar 450 îmzeyên ji bo serbest berdana Aras hatibûn berhevkirin, teslîmê Dozgerê Diyadînê hatin kirin, vê carê jî afîşên li ser nivîsa "Em Hevşaredara xwe Xezal Aras dixwazin" li camên dikanên xwe de daliqandin û azadiya Aras xwestin.

(zt)