Parlementeran serdana Esnafên Geverê kirin
13:05
JINHA
COLEMÊRG - Parlementerên HDP'ê ên Colemêrgê serdana Esnafên Geverê kirin. Welatiyên ku tengasi hen û zirar dîtin pirsgirikên xwe anîn ziman.
Li Geverê pişti ku qedexeya derketina kolanan rabû welatiyên ji aliyê hêzên Dewletê ve bi zorî ji Geverê koçber bûn vegerin. Parlementerên HDP'ên Colemêrgê Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan serdana esnafên Geverê kirin. Hêzên Dewletê wekî malan cihê karmendiya bazirganan jî xira kirin û hilweşandin. Parlementerên HDP'ê ên Colemêrgê bi Endamên HDP, DBP û KJA yê re serdana esnafên Colemêrgê kirin. Esnafên ku zirar ditîn, tengasiyên xwe anî ziman.
(zyd/zt)