Ji bo piştevaniya jinên Nisêbînê kermes

14:22

JINHA

MÊRDÎN - Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bo piştevaniya malbatên ku ji Nisêbînê bi darê zorê koçber bûn, bi dirûşmeya "Xwedî li keda xwe, vîna xwe derkeve" kermes vekirin.

Di bin banê Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bo piştevaniya malbatên ji Nisêbînê bi darê zorê koçber bûn di baregeha kampanyayên piştevaniyê de kermes hat vekirin. Kermese di bin banê Serokatiya Daîreya Jinan de bi dirûşmeya "Xwedî li keda xwe, vîna xwe derkeve" û "Çalakiya piştevaniyê ya jinê" hat vekirin dê du roja bidome.

Li kermesa ku li Parka Karayollariyê hat vekirin, xwarinên ku jinan li malê amade kiribûn, lê tên firotin.

(rc)