Li Şirnexê dîmenên dagirkeriyê!

16:01

JINHA

ŞIRNEX - Hêzên artêşa tirk a dagirker bi sirûdên nijadperest dikevin taxên Şirnexê û gelek malên ku berê hatibûn niqandin, yek bi yek tên şewitandin.

Êrîşên li hemberî Şirnexê di roja 81'an de berdewam dike, ji ber êrîşan bajar bi tevahî ji hêla hêzên artêşa tirk a dagirker ve hat hilweşandin. Taxên bi awayekî dijwar tên bombekirin, gelek malên aydê welatiyan ên berê hene niqandin, yek bi yek tên şewitandin. Îro jî gelek maşînên zirxî bi sirûdên nijadperest ketin taxan û ketin malên welatiyan. Bi taybetî gelek malên li taxa Bahçelîevlerê bi êrîşên bombeyî hatin hilweşnadin.

Her wiha gelek malên li heman taxê bi maşînên zirxî hatin gulebarankirin û bi tevahî hatin şewitandin. Dîsa gelek malên li taxên wekî Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Cumhuriyet û Aydinlikevler ji berê ve ji hêla hêzên dewletê ve hatibûn niqandin û lîsteya wan hatibû amedekirin. Ev malên ku ji berê ve hatine niqandin, yek bi yek ji hêla hêzên dewletê ve hatin şewitandin.

Her wiha bi maşînên kar gelek mal jî hêla hêzên dewletê ve tên hilweşandin.

(kom/rc)