Ji bo Hurşît Kulter ji AİHM'ê taleba 'biriyara tedbira lezgîn'

16:31

JINHA

ŞIRNEX - ÎHD'ê ji bo Hurşît Kulter ê li Şirnexê hat binçavkirin û ji hingê ve agahî jê nayê girtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û jê xwest, 'bi lez biryara tedbîrê' bigire.

Parêzerên ser bi Şaxê Şirnexê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo rêveberê HDP'ê yê Bajêr Hurşît Kulter ê di 27'ê Gulanê roja Înê ji alyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin, lê dewlet li xwe nagire ku binçav kiriye, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Parêzerên ÎHD'yî, ji bo pirsîna aqûbeta Hurşît ewilî serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan ku bikeve nava tevgerê û îro jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan.

Di serlêdanê de parêzeran diyar kirin, gelek kesan dîtine Hurşît hatiye binçavkirin û dan xuyakirin, ku li bajarê "qedexeya derketina derve" lê dewam dike, ewlekariya jiyanê nîne. Parêzeran dan zanîn, ji ber hebûna delîl û agahiyên li ser binpêkirina mafê jiyanê, divê dadgeh bi lezgînî biryara tedbîrê bigire û di daxwaznameya serlêdanê de ev daxwaz kirin: "Konjontur û karên operasyonên li herêmê yên li Tirkiyeyê, rewşa tirsnak a serlêdanê nîşan didin. Ji gelek raporan tê fêmkirin, di bûyerên li herêmê qewimîn de bi sedan sivîl hatine kuştin û gelek birîndar bûne, hatine girtin. Ji ber van qewimînan û vê rewşê, em ji dadgeha we dixwazin ku bi lez û bez têkiliyê bi Dozgeriya Komarê ya Şirnexê û Walîtiya Şirnexê re têkiliyê deynin biryara tedbîrê bigirin."

Di hesabekî medya civakî ya tîmên taybet ên li ser navê dewletê sûc dikin de hatibû ragihandin ku Kulter hatiye binçavkirin. Lê belê rayedarên dewletê binçavkirina Hurşît înkar kirin. Vê înkarê gumanên li ser înfazê zêde kirin.

(kom/zt)