Sebahat Tuncel: Dê ev dorpêç belav bibe
16:46
JINHA
MÊRDÎN - Heyeta ku bi armanca rakirina dorpêça çeteyên Qesrê ya li ser Nisêbînê û tehliyekirina sivîlan hewl da biçe Nisêbînê ya 83 roj in dorpêçkirî ye, li Sêriyanê hate astengkirin. Sebahat Tûncel daxuyanî da û got: "Li gor dixuye jî heta hikûmeta AKP’ê neçe wê aştî rêya xwe bi vî welatî nexe. Lê, divê vê ji bîr nekin, hûn dikarin malên me bi ser me de hilweşînin, lê gelê Kurd wek rûmeta mirovahiyê li ser piyan e.”
Heyeta ku bi armanca rakirina dorpêça çeteyên Qesrê ya li ser Nisêbînê û tehliyekirina sivîlan hewl da biçe Nisêbînê ya 83 roj in dorpêçkirî ye, li Sêriyanê hate astengkirin. Li ser astengiyê li ser navê heyetê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel daxuyanî da, got: “Îro yên şer veguhestine bajaran ne gelê Kurd an jî ciwanên wan in, hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Em jî ji bo li hember vê rabin û têbikoşin li vir in. Hikûmeta AKP’ê hikûmeta şer e. Li gor dixuye jî heta hikûmeta AKP’ê neçe wê aştî rêya xwe bi vî welatî nexe. Lê, divê vê ji bîr nekin, hûn dikarin malên me bi ser me de hilweşînin, lê gelê Kurd, rûmeta mirovahiyê serbilind e.”
Heyeta ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, endamên Meclîsa HDP’ê, rêveberên HDP,DBP yên bajar û navçeyên Mêrdînê, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên DBP’î û gelek kesên din pêk dihat ku bi armanca rakirina dorpêça çeteyên Qesrê ya li ser Nisêbînê û tehliyekirina sivîlan hewl da biçe Nisêbînê ya 83 roj in dorpêçkirî ye, ketina wan a Nisêbînê hate astengkirin.
Heyet ji aliyê leşkerên girêdayî Qereqola Jendermeyan a Akinci ya li Taxa Akinci, li zîviroka Nisêbînê bi hinceta talîmata Walîtiyê heye hate rawestandin. Piştî Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel bi rayedaran re hevdîtinek kurt pêk anî, daxuyanî da. Sebahat diyar kir ku ji bo rakirina dorpêça li ser Nisêbînê û piştgiriya bi sivîlan re hatine, bi awayekî bêhiqûqî hatine astengkirin.
Sebahat destnîşan kir ku bi talîmata Walîtiyê hatine astengkirin, bi bîr xist ku 83 roj in li qedexe heye û navçey dorpêçkirî ye. Sebahat got niha li wir zarok, jin û ciwan jî hene, wiha pê de çû: “Jiyana gelê Nisêbînê di xeteriyê de ye. Malên gelê Nisêbînê bi ser serên wan de hatine hilweşandin û bi derve re têkîliyên wan bi temamî hatine qutkirin. Niha 30 hezar welatiyên me tevî qedexeyan jî li Nisêbînê têkoşîna jiyanê didin. Rexmî vê bêhiqûqiyê jî ev gel têkoşîna jiyanê dimeşîne. Lê, ev nayên qebûlkirin. Têkoşîna li dijî vê tê wateya parastina mafên mirovan, azadiyan.”
Sebahat got atmosfera şer ne ji ber xendek an jî barîqatan e, destnîşan kir ku ji qewimînan AKP’e ya maseya çareseriyê quliband berpirsiyar e. Sebahat wiha dirêjî da axaftinê: “Eger îro şer qewimî be û tabloyek wisa erjeng derketibe holê, sedema wê hikûmeta AKP’ê ye. Îro yên şer veguhestine bajaran ne gelê Kurd an jî ciwanên wan in, hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Em jî ji bo li hember vê rabin û têbikoşin li vir in. Hikûmeta AKP’ê hikûmeta şer e. Li gor dixuye jî heta hikûmeta AKP’ê neçe wê aştî rêya xwe bi vî welatî nexe. Lê, divê vê ji bîr nekin, hûn dikarin malên me bi ser me de hilweşînin, lê gelê Kurd wek rûmeta mirovahiyê li ser piyan e.”
Sebahat destnîşan kir ku dewlet bi van pêkanînên xwe ve sûcê şer kiriye. Sebahat got ji ber “hikûmeta AKP’ê hikûmetek şer e, bang li gelên Tirkiyeyê dike” û diyar kir ku aştî wê bi çûyina hikûmeta AKP’ê were.
Sebahat bal kişand ser civîna MGK’ê ya dawî, bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê ti carî ne alîgirê aştiyê bû. Tûncel ragihand ku eger terorek hebe navê wê jî terora dewletê ye, wiha dom kir: “Ev dewlet dewleteke çawa ye ku welatiyên xwe dikuje. Ji bo Erdogan bibe serok zarokên vî gelî dikuje. Ji vê polîtîkaya şer re bêjin na û nebin hevparê vî sûcî.”
Sebahat wiha dawî li axafina xwe anî: “Îro azadiya gelê Kurd wê bibe azadiya tevahî gelan. Lê, divê vê ji bîr nekin, hûn dikarin malên me bi ser me de hilweşînin, lê gelê Kurd, rûmeta mirovahiyê li ser piyan e.”
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Dûvre heyet vegeriya Mêrdînê.
(kom/zt)