Rêwitiya hêviyê ya koçberên Ereb ber bi Rojava ve

09:04

Rûken Dêrik/JINHA

DÊRIK- Koçberên Ereb yên ku ji bajarên cuda yên Iraqê ji zilma DAIŞ'ê direvin, bûn rêwiyên Rojavayê Kurdistanê. Koçber diyar kirin ku cihê herî bi ewle Rojava ye û gotin, "Ji ber vê me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê."

Koçberên Ereb yên ji bajarên cuda yên Iraqê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berê xwe didin Rojavayê Kurdistanê. Koçberên ji Mûsûl, Hewîc, Enbar û hwd. pêl bi pêl tên Rojava û Rojava wek warên hêviyê bi nav dikin. Kampa Roj li bajarê Dêrikê ser bi Kantona Cizîrê di Sibata sala borî de hate avakirin. Di kampê de bi giştî koçberên Ereb yên ji Iraqê dimîn in. Jinên Kampa Roj, diyar kirin ku ligel ku ambargoyek mezin ser Rojava heye jî, piştgiryek mezin ji bo koçberan tê dayîn.

'Me aramî li Rojava dît'

Yek ji jinên koçber Sûriye Cumha Ebdullahe. Sûriye diyar kir ku ew ji bajarê Enbarê ye û wiha got, "Me hovîtiya DAIŞ'ê bi çavên xwe dît. Gelek zilm dikirin, em koçber bûn. Me aramî li Rojava dît. Lewma em hatin vir. Li vir xwedî li me derketin. Li gel şert û mercên ambargoyê jî kon û pêviyên xwarinên me pêşwazî dikin. Lê ji ber deriyê Sêmalka jî hatiye girtin, alîkariya derman nayê. Ji ber ez nexweşim, pir zoriyê dikişîn im. Em daxwaz dikin ku hêzên navnetewî û rêxistinên naventewî alîkariya pêwîst ji bo koçberên li Rojava bişîne."

'Bazirganiyek qirêj li ser koçberan tê meşandin'

Xedîce Mixlif ya ji bajarê Mûsûlê jî anî ziman ku ew dayîka çar zarokane û wiha domand, "Hevjînê min berê de jiyana xwe ji dest daye. Piştî ku DAIŞ'ê Mûsûl dagir kir, em ji ber zordariya wan bi veşartî reviyan. Em derbasî Sûriyê bûn. Li wir jî birçûbûn û hwd. din pir pirsgirêkên me hebûn. Zarokên min bêcil û bê tişt man. Paşê me berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Li vir jiyan ji bo me pir baştir û asayîtir bû. Çeteyan malên me talan kirin. Zarokên me ji xwe re dibirin. Ez bi tenê bûm. Kesek nebû ku alîkariya min bike ji bo ez zarokên xwe xwedî bikim. Di dawiyê de me hêvî li Rojava dît. Li vir rêveberiya kampê li gor derfetên xwe piştgirî dane min. Ez bangê saziyên ku xwe wek mafên mirovan bi nav dikin, dikim bila werin ji koçberan re alîkariyê bikin. Niha bi milyaran pare didin dewleta Tirkiyê ji bo koçberan, bazareke qirêj li ser koçberan tê meşandin. Kes nayê alîkariya koçberên Rojava nake. Ev neheqî û durûtî ye."

'Hîna bandora êrîşan û zextan ser derûniya jinan heye'

Rêvebera Komîteya Têkiliya Kampa Rojê, Saliha Yûsuf jî têkîldarê rewşê kampê wiha axivî, "Kampa Roj di meha Sibatê hate avakirin, paşê di meha Hezîranê de hate veguhestin. Di kampê de 550 malbat dijîn. Bigiştî 2500 kes in. Hemû koçberên kampê ji bajarên Mûsûl, Hewîc, Enber yên Iraqê ne. Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê bi defetên xwe piştgiriyê dide koçberan. Tu rêxistineke navnetewî alîkarî û elaqedarî nekirin. Di demên dawiyê de pir lewaz hin tişt hatin. Lê ev têra pêwîstiyên kampê nake. Di aliyê pêdiviyên tendûrûstî, derman û paqijiyê de pirsgirêk hene. Em daxwaz dikin ji gelê xwe û rêxistinên derve ku bêtir alîkariyê bikin ji bo rewşa koçberan başti bibe. Jin ji be vê rewşê zehmetiyan dikişînin. Hîna bandora derûniya êrîş û zextan li ser wan heye. Di demên dawiyê de Wexfa Jinê hatiye û bi jinan re elaqedar dibe. Kursên cuda vedikin. Wiha em dixwazin hinekê ji pirsgirêkan çareser bikin."

Salîha herî dawî jî destnîşan kir ku piraniya koçberên kampa Roj jin û zarokin, piranî zilam û ciwanên wan ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatine girtin, yan jî kutşin.

(en/rc)