Ji Cizîra Botan heya Hewraman çîroka Gulbuharê

09:04

JINHA

HEWRAMAN – Gulbuhara ku hîn nehatî dinê dayik û bavê wê ketî ser rêya koçberiyê got: "Weke her kurdekê çîroka koçberiya malbata min jî têra xwe dirêje. Koçberî bi dayik û bavê min sînor nema, di dema me de jî berdewam kir û em jî li ser sînoran mezin bûne."

Ji jinên li ser rêya koçberiyê jiyana xwe derbaskirî Gulbuhara 70 salî. Hîna Gulbuhar nehatî dinê dayik û bavên wê ketine ser rêya koçberiyê. Bavê Gulbuharê Mele Seîd di dema serhildana Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê de ji ber êrîşên dewletê berê xwe dide Îraqê li bajêrê Bexdayê dimîne. Piştî demekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê li navçeya Xurmala Hewraman bi cih dibe. Dayîka Gulbuhar jî ji bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê ji ber êrîşên rejîma Îranê berê xwe dide Başurê Kurdistanê. Li Xurmalê dayik û bavê Gulbuhar ên ku yek ji bakur û yek jî ji rojhilat ji ber êrîşên nijadperestan berê xwe dayîn Başurê Kurdistanê hev dibînin û bi hev re dizewicin. Jiyana wan li Xurmalê berdewam dike. Paşê du keçên wan bi navê Gulbuhar û Gulîzer tên dinê. Piştî koçberiyê ne dayik û ne bavê Gulbuharê warê xwe nabînin. Yek ji Cizîra Botanê û yek ji Sîneya rojhilat li Hewramanê diçin ser dilovaniya xwe.

Gulbuhar çîroka koçberiya dayik û bavê xwe wiha vegot: "Dayika min ji Sîneya Rojhilat û bavê min jî ji Cizîra Botanê ya Bakurê Kurdistanêbûn. Her du jî ji ber êrîşên nijadperestî berê xwe dan Başurê Kurdistanê, li wê hevdîtin û bi hev re zewicîn. Min çîroka jiyana wan û cihê lê mezinbûyî ji wan guhdarî kiriye. Bi qasî Cizîra Botanê hesreta min dîtina Sîne jî bûye. Her dem min xwestiye ez biçim cîh û warê dayik û bavê min lê hatî dinê û mezinbûyî bibînim. Weke her kurdekê çîroka koçberiya malbata min jî têra xwe dirêje. Koçberî bi dayik û bavê min sînor nema, di dema me de jî berdewam kir û em jî li ser sînoran mezin bûne. Di dema enfal û kîmiya baranê de em çun ser sinrê Îranê. Di sala 1988’an de 6 mehan em koçberî Rojhilatê Kurdistanê bûn."

Gulbehar bilêv kir ku piştî bavê xwe carekê ew diçe Cizîra Botan û wiha berdewam kir: “Cizîr pir xweş bu, wê demê ya herî xweş û balkêş ew bu ku ti leşker û polîs dinav kolanên Cizîrê de nebû. Min hîs dikir xewna bavê min buye rastî. Ji ber bavê min dixwest Cizîrek wiha xweser bibe û ew bi wî awayî vegere. Kurdistan pire ji kesên şoreşger û leheng, ez jî pir ji vê têkoşîna li Bakurê Kurdistanê serî hildaye hez dikim.”


(şb/zt)