Jinên Aşûrî: Bila hemû Aşûrî vegerin warên xwe
09:05
Jînda Azad/JINHA
Til Temir- Jinên Aşûrî yên bajarê Til Temir banga vegerê li gelên Aşûrî ên koçberî welat û bajarên din kirin û wiha gotin, "Ev axa ku bi şehîdên me hatiye avdan, divê em xwedî lê derkevin."
Di 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî bajarê Til Temir û gundên xeta Xabûrê kirin û di encamê de pir kes hatin kuştin û revandin. Aşûriyê ku karîn xwe ji êrîşên qirkirinê rizgar bikin jî koçî bajarên cuda û welat kirin. Di encama berxwedana hêzên YPG-YPJ'ê bi giştî herêm ji çeteyan hate paqijkirin û hejmarek ji Aşûriyan jî vegeriyan warên xwe. Jinên Aşûrî yên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê banga vegerê li tevahî gelên Aşûrî kirin û diyar kirin ku divê xwedî li axê xwe derbikevin.
'Êdî bese koçberî'
Roza Nebîl (52) salî ji gundê Til Cuma yê ser bi Til Temir e. Roza ku pir ji helbestan hez dike bi zimanê helbestwarî bangê gelê Aşûrî kir û wiha got, "Gelê Aşûrî vegerin malên xwe, êdî bese koçberî. DAIŞ gelek zerar da me, lê we jî pişta xwe da me." Roza Nebîl ji koçberbûna Aşûriyan ber bi Ewrûpa xemgîn dibe û dibêje "Li vir, em dikarin xwe û axa xwe biparêzin. Mînaka vê me di şerê Til Temir, Kobanê û niha jî li Şêx Meqsûd de dibînin."
'Divê ji bo parastina nirx û çand dev ji warên xwe neyên berdan'
Marlên Xoşabe jî ku dayika 2 zarokan e. Çeteyên DAIŞ'ê ew dîl digrin di dema êrîşan de. Piştre bi aweyek cuda xwe ji destê çeteyên hov rizgar dike û niha li gundê Til Şamîran dijî. Marlên diyar kir ku ew dixwaze tevahî gelên Aşûrî ên koçî welatên din kirine vegerin warên xwe û wiha got, "Em gelê Aşûr li vir jiyan û dîrokeke me ya kevin heye. Pêwîste ji bo parastina dîrok, ziman û çanda xwe em vir bernedin. Jixwe bi şoreşê re pir derfet ji bo me derketin ku em hebûn û nasnameya xwe zindî bikin. Di vê rewşê de çûn hilbijarteka herî şaş e." Her wiha kurê Marlên yê 9'salî Zeya Îsa jî bang li hevalên xwe kir ku vegerin gund û got "Ez dixwazim em careke din bi hevre bileyîzin. Ji dil bi hevre bi kenin û vegerin wekî berê."
(hs/rc)