Jinên Kurd di projeya belgefîlma ‘Beyî jinan şoreş nabe’ de ne
09:06
JINHA
AMED – Berxewdana jinên kurd bi belgefîlma bi navê ‘Jin nebe şoreş nabe’ de wên dest girtin. 3 jinên elman ku di bin bandora jinên Kurd de man û dest bi vê belgefîlmê kirin, JINHA jî tevlî vê projeyê kirin.
Fîlmçêker Antonîa, rojnameger Cora û kameravan Sarah ku ji Elmanyayê hatin Amedê, amadekariya belgefîlmeke ku têkoşîna jinên li Tirkiyeyê û Rojava berxwe didin dikin. Jinan di çarçoveya projeya ‘Jinên Şoreşê de’ dest bi kişandina belgefîlm kirin û navê belgefîlm jî kirin ‘Beyî jinan şoreş nabe’ nadîn. Çêkera belgefîlm Antonîa ji bajarê Berlîn a Elmanyayê tê. Antonîa diyar kir ku tevgera jinên Kurd jib o wan tevgera jinan a herî xurte û got: “Emê jinên bakur û Rojava vebêjin. Li seranserê cîhanê her kes di bin bandora jinên Kurd de ma. Em dixwazin vê tevgerê ji van jinan hîn bikin.”
‘Elmanya li dijî tiştên Tirkiye dike bêdenge’
Antonîa da zanîn ku sosyalîst, demokratên Elmanyayê piştgiriyê didin têkoşîna Rojava, lê bandora jinên YPJ’ê ya li wir nizanin. Antonîa got: “Lê niha ji bo tiştên Tirkiye li herêmên rêveberiyên xweser dike, bêdengin. Ev jî ji bo me şerm e. Sedeme hatina me eve ku em tiştên li vir ji wan mirovan re ragihînin.”
‘Jinên Kurd xwe azad kirin’
Antonîa got ew gelek di bin bandora tevgera jinên Kurd de maye û got jinên Kurd xwe azad kirine. Antonîa wiha got: “Di van şert û mercan de gelek xurt disekinin. Ew di azadkirinê xwe biser ketine. Xwedî li zimanên xwe derdikevin. Mînak wek jî ajansa xwe bi tena serê xwe ava kir. Ji bilî vê wek akademiya jinê, pirtûka Jîneolojiya zanista jinê ava kir. Tevgera jinên Kurd gelek fikran dihundirîne. Di hemû qadan de ji azadkirinê dest pê dikin. Em li Elmanyayê nexwedî rêxistinbûneke wisa ye. Ez li gelek deveran di tevgerên jinan de bûm. Lê ya herî bandor li min tevgera jinên Kurd bû.””
‘JINHA mînakek baş e’
Antonîa bi lêv kir ku niha li Bakurê Kurdistanê lêkolînan dikin û got heta niha bi gelek saziyên jinan re hevdîtin kirine û bi KJA û Akademiya Jinan re hevdîtin kirine. Me JINHA û Dayikên Aştiyê jî tevlî projeya xwe kir. Xebatên JINHA’yê bandorek mezin li me kir. JINHA mînakek baş e.”
Antonîa got piştî kişandinên xwe biqedînin wê fîlmên xwe bişînin mîhrîcanan.
(hu)