Welatî ji rêya ku bi teleferîkê hatiye kûrtkirin kêfxweşin
09:06
Nîşmiye Guler/JINHA
WAN – Li taxa Kurubaşê welatiyan bi derfetên xwe teleferîk av akirin û bi saya vê jin xwezayê re tên cem hev. Jinên li teleferîkê siwar dibin, diyar dikin ku rêya ku bi saetan di bin rojê de dimeşiyan, niha bi saya teleferîkê kurt bûye û bi saya vê zû digihêjin ser erdê xwe.
Welatiyên Wanê bi derfetên xwe teleferîk çêkirin û îmze avêtin xebateke girîng. Li taxa Kurubaş ya Edremîta Wanê, Necmiyet û Necmettîn Dîrek teleferîk çêkirin û xisti xizmeta gel, rêya ku dirêj berdewam dikir, kurt kirin.Necmiyet û Necmettîn diyar kir ku wan di gera xwe ya Behrareş de teleferîk dîtine û ji ber vê jî wan biryareke wisa girtine. Necmettîn got wan di çûyîna ser erd de zehmetî dikişandin û ji ber vê jî ev wesayîta veguhestinê tercîh kirine. Necmettîn got di navbera xaniyê wan û erdê wan de çem derbas dibe û ji ber vê jî ji Kalkandere ya Rîzeyê hoste anîne û teleferîk înşa kirine. Necmettîn got: “Destpêkê ji me re tiştekî zehmet dihat. Lê di encama hewldanan de me çareser kir.” Necmiye Dîrek jî got eleqeya jinan ji bo teleferîkê gelek zêdeye û û ji ber rêtiya teleferîkê di nav xwezayê de ne.
‘Mijûlbûna bi çandiniyê re min kêfxweş dike’
Nezmiyeyê da zanîn ku her sibeh diçe ser erdê xwe û hezkirina xwe ya xwezayê anî ziman. Necmiyeyê da zanîn ku mijûlbûna bi çandiniyê re wê kêfxweş dike. Necmiyeyê got: “Beriya teleferîk hebe zehmet bû em biçin ser erdê xwe. Em nîv saetê dimeşiyan. Lê me teleferîk dît.
‘Bi saya teleferîkê em zû diçin’
Jina bi navê Makbule Kumlî got bi jinên taxê re bi saya teleferîkê diçin ser erd û got ew di di çend deqeyan de digêhêjin ser erdê xwe.
Esmer Kumlî jî (30) got destpêkê gelek ditirsiya lê niha gelek kêfxweşe.
(hu)