Ji bo koçberan banga piştevaniyê

09:07

Fîdan Rêzan/JINHA

EFRÎN - Cîgira Serokê Desteya Karê Hundirîn a Kantona Efrînê Ferîde Ebdo banga alîkariya lezgîn ji bo koçberên Ezazê ku berê xwe dane Kantonê kir.

Şerê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û çeteyên opozîsyona Sûriyê li Ezaz û El Şehba her ku diçe gurtir dibe. Ji cihê pevçûnan gel direvin û berê xwe didin Kantona Efrînê. Cigêra Serokê Desteya Karê Hundirîn a
Kantonê Ferîde Ebdo rewşa koçberan nirxad û ji bo piştgiriyê koçberan jî banga lezgîn kir. Ferîde têkîldarê rewşa koçberan de wiha axivî, "Ji dema ku çeteyên DAIŞ'ê nêzî bajarê Ezaz û Mariyê bûye, bi hezaran koçber derbasî Kantona Efrîn bûn û hejmara wan niha gihîştiye 11.000'an. Ji van me 290 koçber şandin kampa Rûbar ya Şêrawa, niha hejmara kampa Rûbar gihîştiye 690 hezar kes."

Di nava Kantonê de parastina koçberan tê kirin

Ferîde balkişand ser dorpêça li hember Kantona Efrînê jî û wiha got, "Ligel şert û mercên herêmê cardin em hemêzê xwe ji gelê xwe re vedikin. Çi tiştên ku ji wan re pêwîst be, em tînin û kesên ku naxwazin biçin kampê, em wan dişînin gundên ku hatine rizgarkirin ji destê çeteyan. Hewl tê dayîn jiyaneke asayî ji wan re were amadekirin. Di serî de jî em di hundirê Kantonê de parastina wan dikin. Beriya ku koçber bikevin Kantonê, ji hêla Hêzên Asayîşê têne kontrol kirin. Li nasnameyên wan dinêrin û paşê li gor derfetan em wan bi cih dikin." Ferîda da zanîn ku ji ber şertên ambargoya li ser Kantonê, kampa Rûbar jî hewcehî bi pêdiviyên xwarinê û dermanan heye û herî zêde jî pêdiviyên zarokan kêm in."

'Divê rûhê piştevaniyê bê bihêz kirin'

Ferîde bilêv kir ku gelek koçber diçin gel xizmên xwe û wiha pêde çû, "Kesên ji El Şehba koçber bûne, dikarin biçin cem xizim û nasên xwe. Beriya herin divê agahî bidin me. Yên kesek wan nebe jî em wan dişînin kampa Rûbar." Ferîde di dawiya axaftina xwe de jî banga alîkariyê ji bo koçberan kir û got, "Pêwîstî heye ku ji bo koçberan alîkarî were dayîn. Pêdiviyên zarokan, jinan û zexîre. Ji ber dorpêçê zehmetî tê kêşandin. Divê rûhê piştevaniyê bê bihêz kirin.

(lç/hs/rc)