Li Halulê esaret bi dawî bû

10:26

Denîz Yeşîlyurt/JINHA

KOBANÊ – Di çarçoveya pêngava ‘azadkirin û rizgarkirina Mînbîcê’ de operasyonên li dijî DAIŞ’ê berdewam dikin û li gundên hatin rizgarkirin, şopên giran yên çeteyan hat dîtin. Gundê Halule ku ev du sale bû di bin zilma DAIŞ’ê de dijiya, niha kefxweşiya azadkirinê dijî û jinan jî tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin.

Pêngava Azadkirina Mînbîçê ku Meclîsa Leşkerî ya Mînbîçê da destpêkirin û Hêzên Sûriyeyê ya Demokrtîk (QSD) jî beşdar bû û hêzên koalîasyonê jî ji hewayê ve piştgirî danê, di roja yekem de gelek girên stratejîk û gund hatin azadkirin. Minbîç bajarekî ku ji sala 2014’an heta niha di destê DAIŞ’ê de bû. Sedema stratejîkbûna bajar, cihê wê yê cografîk bû. Minbîç hem di alî bazirganî de xwedî dîrokekê ye û alî leşkerî dejî xurte. DAIŞ’ê jî ji ber ji ber vê ev di destê xwe dihişt. Ji ber vê azadkirina vî bajarî di heman demê de jî derxistina DAIŞ’ê a ji herêmê jî bi bandore.

Yekem bajarê li dijî DAIŞ’ê berxwe dide

Nokteya din ya ku Minbîçê girîng dike eve ku Minbîç yekem bajarê ku li dijî DAIŞ’ê berxwe daye. Heta DAIŞ’ê ev bajar xist destê xwe li dijî gelê herêmê komkujiyên hovane pêk anîn û nêzî 2 hezar mirov mirin. Yanî Minbîç şahidê rûyê reş yê DAIŞ’ê ye. Ji ber vê jî di rizgarkirina Koban3e, Hole, Şeddadê, Girê Sipî de zarokên Minbîçê cihên xwe girtin. Zarokên Minbîçê xwe wek Meclîsa Leşkrî a Minbîçê jî rêxistin kirin û bi pêngaveke ku xaka xwe azad kirin re dîsa berê xwe dan welatê xwe.

Pêngav bi pêngav pêşde diçe

Şervanên ku li ser du milên sereke yên wekê Bendava Tişrîn û Qereqozak ve diçin, di operasyona yekem de qadeke 10 kîlometreyî ya girên stratejîk lêbûn ji DAIŞ’ê paqij kir. Dîsa hêz di alî bakurêrojava de çûn û qadeke 5 kîlometre paqij kirin. Gundê Halulê yê 5 kîlometre ji benda Tişrîn dure jî azad kirin.

Li gundê Halulê şopa giran a DAIŞ’ê…

Gundê Halulê jî wek Minbîçê ev du sal bû di destê DAIŞ’ê de bû. Şervanan ji bo gel zirarê ji pevçûnan nebînin ew birin cihên bi ewle. Jinên li herêmê me mîkrofon dirêjê wan kirin û tiştên wan vegotin kakila du salane. Li gorî vegotinên jinan ev du salin li gundê wan elektîrîk qedexeye û jin û zarok nekarin biçin nexweşxanê. Ji ber vê jî gelek jin û zarok mirine.
Roja bi kêf a zarokan

Jinan diyar kir ku DAIŞ’ê zilm li wan kirine û şervanên meclîsê ew ji vê zilmê xilas kirine. Zarok jî kêfa xilasbûna ji DAIŞ’ê dikin.

(hu)