Jin li gundan bi her cureyê şîdetê re rû bi rû dimîn in
11:12
JINHA
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Li gorî anketa ku Navenda Jinan a Kardelenê kirî li gundên girêdayê navçeya Rezan a Amedê jin rastî şîdeta fizîkî, derûnî, aborî û zayendî tên . Jin di temêne biçûk de hatin zewicandin û mafê wan yê axaftinê jî tune.
Jinên Navenda Jinan ya Kardelenê li gundê Kortepe yê giredayî navçeya Rezana ya Amedê di çarçoveya xebatên xwe de li gund mal ziyaret kirin. Em jî bi wan re xebatên gund dişopînin. Dema em ketin nava gund jinan li ber riya gund sewal didotin. Me xwest em bi van jinan re bi axivin, lê jin ji ber tirsa bira, bav û hevjînên xwe bi me re ne axivîn. Rola civaka zayendî û hişmendiya mêr ji pêşketina jinan re dibe astengî. Armanca xebata gunda eve ku ji bo karibin xwe rehet bînin ziman û çareserî ji pirsgirekên wan re bên dîtin.
Jin bi şîdeta derûnî re rû bi rû ne
Di xabata li gundan hatiye kirin de derket holê ku jin hemû rastî şîdeta derûnî tên. Dema me dixwest bi jinan re bi tenê baxivin mêran destur neda û di heman demê de jî nedihiştin jin rehet bi peyivin û mafê axaftinê binpêkirin. Ji bo vê jinên ku anketan dikin rastî gelek zahmetiyan tên.
Jin rastî hemû çûreyên şîdetê hatine
Dema xebatkarên ku anket dikirin, pirs ji jinan dikirin û mêran jin bi tene nedihiştin û jin ji aliyê mêran ve rastî tundiyê dihatin. Dema me xwest bi jinan re bi tenê bi axivin mêra ev asteng kir û gotin 'dema jin tiştek şaş bêjin em ê rast bikin. Em ê van çewtiyan rast bikin. Em tu car li jinan şîdet nakin'. Bi vî rengî mêran xebatên Navenda Jinan a Kardelenê asteng kirin. Hemû malên ku em çûnê jin hemû ji aliyê mêran ve rastî şîdeta fizîkî a mêran tên û jin rastî hemû cureyên şîdete tên.
'Her tim ez rastî şîdete têm'
Li gund mala ku destpêkê me deriyê wan vekir, jinan dev ji hiriya ku paqijdikirin berdan. Dema me sohbet dikir jinek 65 salî got: " Zêhmetiyên ku ez dikişînim yek ez zanim yek jî xwêdê dizane." Jina 65 salî destê xwe danî ser sere xwe û wiha dom kir: " Hejînê min ev du care dizewice. Piştî wê hevjînê min jiyana xwe ji dest da. Kurê hêwiya min her tim şîdet li min dikir. Ez serê xwe ji we re dikarim vekim, binêrin ku çend caran şikestiye. Çi mîrate hebû kurê hêwiya min li ser xwe qeyd kir. Niha ewlehiya min tine.”
'Ji bo min ev êşek mezine'
Piştî em çûn malek din. Jinan bi rûyê ken em peşwazî kirin. Jinan di nava sohbetê de dest bi gotina çîroka xwe kir. Jina ku navê xwe neda diyar kir ku ji bo fitika piştê le heye, di karê malê de gelek zehmetî dikşîne û wiha berdewam kir: "Aboriya me pir nebaşe lê dîsa ez li hemû bijîşkan ji bo pişta xwe geriyame." Di dema axaftinê de wêneyê kurê xwe yê bi diwar ve daleqandî nîşanî me da û got: "Ev lawike min ê 17 sali ye. Ji bo aboriya me ne başe, gund hemû zarokên xwe dişînin aliyê Tirkiyê xebatê. Bi teybêtî zarokên me ji bo kar diçin Bursayê. Lawikê min 17 salî bû û li cihe kar bi elektîrîkê jiyana xwe ji dest da. Vê êşê derdê min zêdetir dike."
Di 15 saliya xwe de tê zewicandin
Dema me jê pirs kir tu çawa hatî zewicandin, bersiva me wiha da: "Ez hîn 15 salî bûm. Yê ku ez pêre dizewicîm bavê min nas dikir. Piştî wê bavê min ez berdêl kirim û bavê min bi keça wî re zewicî. Dema ez zewicîm min nizanîbû zewicandin çiyê. Ez ji Riha yê zewicîm hatim Amedê."
'Jiyana min bûyê zindan'
Em çûn malek din û me li eşên jinek din guhdar kir. Wê jinê jî wek jinên din navê xwe negot û diyar kir ku ji bo 11 salan zarokên wê çênabin, her roja wê wek zindan derbas dibe û wiha got: “Ji bo zarokên min çênabin hevjine min destur nade ku ez herim derman bibim û mehra xwe çebikim. Ji bo zarokên min çênabin ez her tim ji aliyê hevjinê xwe ve rastî şîdete têm. Her roj ez rastî şîdete têm. Ev 11 sale ez zewicî me lê wek 40 salî ji min re tê. Zewicandinê emre min bir. Jiyana min bû zindan. "
(dt/hu)