'Li girtîgehê lêgerîn veguheriye îşkenceyê'

11:44

JINHA

WAN - Nûçegihana ajansa DÎHA'yê Şermîn Soydan piştî nûçeya bi sernavê "Aha belgeya veşartî ya operasyona Geverê' weşand, bi îdiaya 'sîxurî kiriye' hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Şermîn da zanîn ku li Girtîgeha Wanê leşkeran bi gefên wekî "Em bi salan in ji bo koka terorê derxin şer dikin. Em dê xwîna we hemûyan bimijîn, we tune bikin" li Şermînê xwarin.

Nûçegihana ajansa DÎHA'yê Şermîn Soydan ji ber nûçeya bi sernavê "Aha belgeya veşartî ya operasyona Geverê' piştî belgeya qirkirinê piştrast kir, bi îdiaya "Belgeyên veşartî yên dewletê aşkera kiriye" û "Derfetên dewletê yên şer xistiye xetereyê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Wanê. Şermîn li girtîgehê bi gefên leşkerên tirk re rû bi rû ma. Şermîn dema ji hêla leşkeran ve dibirin girtîgehê bi gefên wekî "Em bi salan in ji bo koka terorê derxin şer dikin. Em dê xwîna we hemûyan bimijîn, we tune bikin" li Şermînê xwarin.

Şermînê di nameya ku şand de der barê zext û pêkûtiyên li girtîgehê de agahî da û ev tişt hat gotin: "Di 4'ê gulanê de girtiyên ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û ji bo berxwedana xwerêveberiyên cewherî silav bikin, xwestin wan sewqî Girava Îmraliyê bikin û ji bo wê jî dirûşmên 'Bijî Serok Apo' berz kirin. Li ser vê çalakiyê der barê girtiyan de biryara qedexekirina hevdîtinê û ji ber dirûşm berz kirin jî der barê girtiyên bi navê Medya Olker, Sevîm Bozdag, Sultan Mizrak, Dîlan Kutlu, Canan Ceylan, Eda Umaç, Halîme Şîmşek, Rojbîn Kirdar, Hamîde Ozer, Gulî Kara, Bêrîvan Aydin, Fatma Aslan û Leyla Sevgî de bi hincetên wekî "Bi awayekî ne hewce sirûd xwendine û dirûşm berz kirine" der barê wan de biryara qedexekirina hevdîtin û ragihandinê hat dayîn."

'Lêgerîna veguheriye îşkenceyê'

Şermînê di dewam nameya xwe de aşkera kir ku di ser koxûşan de digirin û bi awayekî keyfî lêgerîn tên kirin, hemû koxûşan tên belavkirin, di lêgerînê de rojname, wêne û hemû alavên paqijiyê tên destaserkirin. Şermînê got ku kesên tên hevdîtinê, beyî ku dema hevdîtinê biqede, malbatan ji girtîgehê derdixin û girtiyên ku tînin girtîgehê di lêgerîna dijwar re tên derbas kirin û ev tişt hat gotin: "Di bin navê lêgerînê de îşkence tê kirin û bi vê riyê dixwazin girtiyên siyasî bişînin nava girtiyên 'bê alî.'" Şermînê destnîşan kir ku di dema lêgerînê de zext li wê jî hatiye kirin û xwestine wê bişînin nava girtiyên 'bê alî.' Şermîn herî dawî bal kişand ser girtiyên nexewş û ev tişt hat gotin: "Hin girtiyên ku berê emelyata dil û mîdeyê derbas kirine, dema aciz dibin wan derengî derdixin revîrê. Girtiyên ku diranên wan diêşin û dixwazin biçin nexweşxaneyê, bi hincetên wekî 'zarok çima keviran diavêjin' sewqa wan nayê kirin."

(rc)