Li Girkê Legê tecrît hat şermezar kirin

12:05

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Bajarokê Til Koçer û gundewarên wê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bin diruşmeya "Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîda li ser gelê Kurd û biratiya gelan e, em vê tecrîdê şermezar dikin" çalakiyek lidarxistin.

Li bajarê Til Koçera Kantona Cizîrê bi armanca şermzar kirina tecrîda şidandî a ku di girtîgeha Îmraliyê de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê pêk anîndin çalakiyek pêk anîn. Meclisa Gel li bajarokê Til Koçer û bi tevlîbûna şêniyên gundewarên wê ku piraniya wan ji pêkhateya ereb in, çalakiyek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lidarxist. Di çalakiyê de alên YPJ/YPG'ê, wêneyên şervanan û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan hatin hilgirtin. Çalakî ji gundê Im Îzam dest pê kir û berê xwe da Goristana Şehîdan a Til Koçer.

'Êdî êşa netewekî dibe êşa me'

Paşê ser navê Meclisa Gel a bajarokê Til Koçer Sêf Hekem axivî û wiha got: "Em niha li cihê herî pîroz sekinîne, li cem şehîdên qehreman in. Kombûna me îro tiştekî pîroz e, ev yek jî bi ked û têkoşîna Rêber Apo hatiye. Ji bo vê keda wî jî, îro tecrîdeke girankirî ji aliyê dewleta Tirkiyê li ser tê meşandin. Em wekî pêkhateya ereb vê tecrîdê û hikûmeta Erdogan bi tundî şermezar dikin. Rêber Apo bi felsefeya xwe hemû cîhan ji xewa giran hişyar kir, îro em jî li Rojava biratiya gelan jiyan dikin. Ji bo wê silavên me yên herî germ ji bo Rêber Apo hene. Êdî êşa netewekî dibe êşa me jî, ji ber ku ti cudahî di navber pêkhateyan de nemaye."

Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.

(rd/hs/rc)