'Ji Geziyê heta 15- 16’ê Hezîranê Rojên Berxwedanê’ destpê dike

12:46

JINHA

STENBOL- BELSAV’ê ku xwest hunerê bi berxwedanê û jiyanê re bîne cem hev bernameya ‘Ji Geziyê heta 15- 16’ê Hezîranê Rojên Berxwedanê’ pêk tîne.

Weqfa Lêkolîna Zanist, Perwerde, Estekîk, Çand Hunerê (BEKSAV) wê ‘Ji Geziyê heta 15- 16’ê Hezîranê Rojên Berxwedanê’ pêk bîne. Ji îro şûnde wê bername destpê bikin û heta 16’ê Hezîranê wê berdewam bikin. Di çarçoveya bernameyan de di 4’ê Hez3iranê de wêli ser ‘Fêmkirina Geziyê’ forumek pêk bê. Di seranserê bernameyê de wê nêzî 30 fîlm bên nîşandan, 8 komên cuda y3en şanoyê wê li nokteyên cuda 16 lîstkan bilîzin. Lîstika Ulrîke ya Civaka Şanoya Polîtîk a Navenda Çand Hunerê ya Onder wê li sê nokteyan bê lîstin. Ji bilî vê wê 6 panel û gotar bên pêkanîn. Di 5’ê Hezîranê de li Parka Yogurtçu, di 12’ê Hezîranê de li Ataşehîrê Taxa 1 Mayisê li Parka Denîz Gezmîş, di 16’ê Hezîranê deli Tuzla Aydinli wê konserek bê dayîn.

Di meha şer Hezîranê de rojên berxwedanê

Edîtora Kovara Huner û Jiyanê û xebatkara BEKSAV’ê Mîne Şîrîn derbarê bernameyê de agahî da û got di demeke ku hêviya her kesî ji çîna karkeran hatibû birîn de berxwedana TEKEL’ê pêk hatiye û got: “Em girîngiyê didin vê xeta berxwedanê. Berxwedaneke karkeran ya 15-16’ê Hezîranê û her wiha berxwedana Geziyê ya ku her kesî mil da milê hev heye. Ev jî bi serhildana gel çêbû. Ev nayên jibîrkirin. Mîneyê got meha hezîranê girînge û got wan bi gelek pêkhateyan re xwe ji rojên berxwedanê re amade kirine. Hezîran meha pevçûnan bû. ji bo em bêjn me xeta vê berxwedanê jibîr nekiriye, me ev roj dane destpêkirin.”

‘Em dixwazin xwe bigihînin zarokên ku qet behr nedîtine’

Mîneyê got Stenbol bajarekî mezine û wiha pê de çû: “Li Stenbolê zarokên ku behr nedîtine hene. Me ev jî fikirî. Em dixwazin xwe bigihînin wan. Em dixwazin bi dîrokê re bidin nasîn. Emê bernameya xwe li taxan pêk bînin. Li gelek deveran wê bername çêbibin. Em zarokên vî gelîne. Em dixwazin bi gel re hinek tiştek plan bikin. Bernameyeke me ya rengîn heye.”
Mîneyê di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir ku beşdarî bernameyê bibin.

(hu)