Perwerda dewreya Şehîd Mizgîn bi dawî bû

14:23

JINHA

EFRÎN- Navenda TEV-Çand a Efrîn li Akademiya Şehîd Şakir bi tevlîbûna 23 endamên ji Efrîn û navçeyên wê, dewreyek perwerdê bi navê Şehîd Mizgîn bi merasîmekê bi dawî kir.

Navenda TEV-Çand a bajarê Efrînê li Akademiya Şehîd Şakir dewreya perwerdê ji 23 endamên pêkhateya kurd û ereb, li gundê Gemrûk ê girêdayî Mabeta dewreya perwerdê bi dawî kir. Waneyên bîrdozî wekî dîroka jin, dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn û her wiha gelek mijarên giring ên ku kesayetekî rast ava bikin, hatin dayîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Paşê axaftin ji aliyê koordînasiyona Kongra Star Zelal Ciger ve hate kirin. Zelal Ciger di nava axaftina xwe de bal kişand li ser giringiya perwerdê û wiha got: "Tevî şert û mercên zehmet ên ku Kantona Efrînê tê de derbas dibe, dîsa jî perwerde di her milî de didomin, ji bo avakirina kesayetekî baş divê perwerde esas were girtin."

Her wiha ji aliyê fermandara YPJ'ê Tara Efrîn, rêveberê perwerdê Ibrahîm Koçer, rêveberê TEV-Çand a Navçeya Bilbilê Ronahî Hemo û rêveberê giştî yê TEV-Çand a Efrîn Mihemed Bekir ve nasname li endaman hatin belavkirin.

Merasîm bi şano, stran û govend gerandinê bi dawî bû.

(fr/hs/rc)