Kongreya Star komînên xweser bi rêxistin dike
15:00
JINHA
TIL TEMIR- Kongreya Star di hemleya careke din birêxistinkirina komînan de, li Til Temir civînek ji komînên xweser re lidarxist.
Di çarçoveya hemleya careke din birêxistinkirina komînan, Kongreya Star li Til Temir civînek ji komînên xweser re çêkir. Komînên ku civîn ji wan re hatin çêkirin, Komîna Şehîd Jînda, Komîna Şehîd Qendîl, Komîna Şehîd Sîdar û Komîna Şehîd Arjîn e. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di komîna Şehîd Arjîn de ji aliyê mamoste Hebûn Dawûd ve dokuman careke din birêxistinkirina komînan hate xwendin, her wiha li komîna Şehîd Jînda ew dokuman ji aliyê mamoste Mizgîn Ebd-Elîlah ve hate xwendin. Piştî xwendina dokuman nîqaş li ser hate kirin. Paşê rêveberiya Kongreya Star Çinar Salih diyar kir ku dokuman ji bo careke din tevahî komîn û bi taybet komînên jinan werin birêxistinkirin û sererastkirin e.
Civîn bi nîqaşên li ser belge, kar û xebatê komînan bi dawî bû.
(ja/hs/rc)