Dayikên Şemiyê: Hurşît Kulter li ku ye?

16:07

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de pirsa Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin û hêj agahî jê nayê girtin pirsîn. Dayikan ji rêveberên dewletê pirsîn û gotin Hurşit li ku ye?

Dayikên Şemiyê, çalakiyên xwe yên ji bo winda bên dîtin kujer û bên darizandin, çalakiya xwe di hefteya 584'an de berdewam kirin. Dayik disa li qada Galatasarayê kom bûn û pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de, pirsa Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşit Kulter ê di 27'ê Gulanê de hat windakirin û hêj agahî jê nayê girtin pirsîn. Dayikan ji rêveberên dewletê pirsîn û gotin Hurşit li ku ye?

'Hişmendiya 12'ê Îlonê îro jî berdewam dike'

Birayê Cemîl Kirbayir ê di 8'ê Cotmeha 1980'an de hat windakirin Mikail Kirbayir diyar kir ku 21 salin ji bo dîtina birayê xwe di nava çalakiyên Şemiyê de li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind dike û wiha got: "Hişmendiya 12'ê Îlonê îro jî berdewam dike. Îro jî Hurşit Kulter winda kirin. Lê hêza wan têrê naka.e Em destûrê nadin vê yekê. Em dê her dem li ser pişta wan bin."

Hevjîna Fehîm Tosun ê di 19'ê Cotmeha 1995'an de hat windakirin Hanim Tosun jî helwesta hikûmetê rexne kir û anî ziman ku dîsa welatî tên windakirin.

'Heta kurê xwe bibînim ez dê tebikoşim'

Dayika Hurşît Kulter ku nekarîbû bê qada Galatasarayê dengê wê hat guhdarkirin. Kerîme di qeyda deng de got "Dewlet derawan dike. Kurê min ji bo edaletê hat winakirin. Lê heta ez wî bibînim ez dê têbikoşim. Bila dayikên kurd û tirk dest bidin hev. Ew hêza me heye. Em dayikên kurd ji vê yekê re amade ne."

Li ser navê windayan Aylin Tekiner daxuyanî da

Aylin Tekîner jî anî ziman ku 8 rojin agahî ji Hurşît nayê girtin û pirsa Hurşît kir. Aylin, ani ziman ku şahide binçavkirinê hene û ew der barê jiyana Hurşît de bi fikar in. Aylin, bang li rayedaran kir û xwest bi saxî rasdestî malbatê bikin.

(rc)