HPC-JIN dewreyê perwerdeyê xwe bi dawî kir

17:57

JINHA

AMÛDÊ- Dewreyê perwerdeyê HPC-JIN li gundê Gundor a bajarê Amûdê bi dawî bû.

Dewreya perwerdê ya bi tevlîbûna deh jinan, ku ji aliyê HPC-JIN ve û bi piştgiriya Asayîşa Jin ve hatibû dest pê kirin, piştî çar rojan li gundê Gundor ê girêdayî bajarê Amûdê bi dawî bû.
Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî û parastina rewa hatin dayîn, jinên ku tevlî perwerdê bûbûn, ji gundê Çaxir û Qermîtlo û ji pêkhateya kurd bûn. Perwerde piştî çar rojan bidawî bû. Jinan eleqeyek mezin nîşanî perwerdê dan. Endama perwerdê Şîlan Ehmed derbarê perwerdê de wiha nerînên xwe anîn ziman: "Em wekî jinên du gundan hatin cem hev û me bi hev re perwerde dît, em bi vê yekê kêfxweş û serbilind in. Em ji gundên Çaxir û Qermîtlo tevlî perwerdê bûne. Em di dawiya perwerdê de hatin gundê Gundor ji bo ku em çekên bikar bînin. Jin ji şaredarî, saziya ziman û Kongra Star tevlî ve perwerdê bûn. Her wiha em keda Asayîşa Jinê jî dikin ku bi me re bû alîkar. Êdî em dikarin bi xwe welatê xwe biparêzin. Em dikarin parastina xwe, cîran û gundiyên xwe jî bikin."

Perwerde bi dirûşmiya "Bijî Rêber Apo û berxwedana jina azad" bi dawî bû.

(rh/lç/rc)