Asya Abdullah bi rûsipiyên herêma Tirbesipiyê re civiya

18:13

JINHA

TIRBESPIYÊ- Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah bi rûsipiyên eşîrên Tirbesipiyê re civiya û qeyrana siyasî bi wan re parve kir.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah li akademiya Şehîd Yekta Herekal bi rûsipiyên ereb, suryan û kurdên herêma Tirbesipiyê re civiya. Di civînê de rewşa dawî ya herêmê û qeyrana siyasî yê li cîhanê, taybet li Rojava, hatin nirxandin. Asya serkeftinên ku li Rojava tên jiyîn anî ziman û wiha got: "Yekîtiya pêkhateyan li hember êrîşên li ser Rojava bû bersivekî herî xurt li dijî çeteyên DAIŞ'ê û her kesê ku dixwaze aramiya Rojava xirab bike ye."Her wiha Asya li ser hevkariya ENKS'ê ya bi hêzên dijberî gelê kurd re, taybet li Şêx Meqsûd nirxandin.

Civîn bi pirs û bersivê bi dawî bû.

(zs/hs/rc)