'Jiyana gundan mînaka jiyana komînale'
09:01
Rûken Dêrik/JINHA
GIRKÊLEGÊ - Jinên gundê Gir Qehfik têkoşîna parastina jiyana xwezayî didin û gotin, "Jiyana gundan mînaka jiyana komînale. Bi rûhek hevpar her kes jiyanê bi hevre parve dike."
Rastiya jiyana xwezayî ya ku di dîrokê de qala wê tê kirin û girêdana mirov bi ax û xwezayê ve di çanda gundewarî de diyar dibe. Çandinî û xwedîkirina sewalan jî yek ji berhemên çanda Neolotîkê ye. Jinên gundê Gir Qehfika Girkê Legê ya Kantona Cizîrê diyar kirin ku li gel her şert û mercên jiyanê ew têkoşîna parastina jiyana xwezayî dikin. Jina bi navê Nofê Şerîf (80) qala serpêhatiyê zaroktiyê xwe yê li gund dike. Nofê wiha got, "Jiyana gundan pir xweş e û xewdî taybetmendiyekî cuda ye. Ji zaroktiya xwe ve û heya niha ez bi jiyana gundewarî ve girêdayî me. Di gundan de bedewî û xweşikiya xwezayê diyar dibe. Berhemên bi nirx jî bi keda destê mirov li gundan tên afirandin. Her sibeh zû em bi dengê dîk û çûkan ji xew radibin. Li bajar jiyana dereng dest pê dike."
'Herî zêde jin çand û kedê xwe diparêze'
Nofê anî ziman ku ew gelek pêdiviyên xwe ji xwezayê pêşwazî dikin û wiha pêde çû, "Di gundan de gelek pêdiviyên xwarinê ji xwezayê tên pêşwazî kirin. Ango ji berhemên çandinî û xwedîkirina sewalan tên komkirin. Mînakên van berheman jî mast, hêk, penêr û gelek curên şînkahiyê ne. Piraniya welatiyên gundan bi xwedîkirina sewalan û çandiniyê re mijûl dibin. Em jî di jiyana xwe de herî zêde bi xwedîkirina sewalan ve mijûl bûn. Ne tenê zilaman ev kar dikir, lê jinan herî zêde bi keda xwe ev çanda resen parastiye û pêdiviyên jiyanê peyda kiriye."
'Jiyana gundan mînaka jiyana komînale'
Fatîme Hewil jî ji me re qala jiyana gundan kir û wiha got, "Me jiyana xwe li gundan qedandiye, li gundan jiyaneke bi wate û kedekî pîroz tê jiyîn. Her kes bi keda xwe debara jiyana xwe dike. Jiyana gundan mînaka jiyana komînal e. Bi ruhekî hevpar her kes jiyan dike. Kêliyên ku gundî li hev kom dibin û pîr û kal stranên filklorî dibêjin kêliyên herî bi wate ne ji bo me. Jiyana gundewarî ji ya bajaran jî xweştire. Ji ber ku xweşikî û bedewiya ku di gundan de tê jiyîn, ne mumkin e ku li bajaran were peydakirin. Jiyana xwezayî li gundan tê jiyan kirin."
(hs/rc)