Jinên Şirnexê: Em axa xwe bernadin, emê serkevin

09:20

JINHA

SIRNEX – Welatiyên Şirnexê yên ji ber êrîşên hêzên dewletê mal û taxên xwe terk kirine, diyar kirin ku ew dixwazin ev dorpêç bi dawî bibe û meha Remezanê li mala xwe derbas bikin Dayîka bi navê Rabiya Sîpkîn diyar kir ku ew dixwazin di rojiye de li mala xwe bin û wiha got: “Em dixwazin vegerin mala xwe û meha Remezanî li mal bin."

Li Şirnexê dorpêça di 14'ê adarê de dest pê kir hêj didome. Her çend 2 roj berê operesyon bi dawî bû jî êrîş û dagirkerî berdewam dike. Ji ber dorpêç û êrîşên dewletê bi hezaran welatiyên Şirnexê ji mal û taxên xwe koçber bûn. Bi hezaran welatî di konan de dijîn. Welatî naxwazin di meha Remezanê de di konan de bijîn û naxwazin pirsgirêkên av, paqijî û zexîre bijîn. Welatî dixwazin rojiyê li mala xwe derbas bikin.

Emîne Katar (51) diyar kir ku ewê qedexeyê Şirnexê destpêkir û ji aliyê dewlet bi zorê hatine koçberkirin û wiha got: “Em zivistanê hatin koçber kirin. Pir nexweşî, zor û zehmetî kişandin. Em koçber bûn û hatin ji xwe re konan çêkir. Li vir ceryan, av, tuwalet û serşok tûneye. Em gelek zehmetî dikşînin. Bila tiştek nebe ciwanên me re em livir jî jiyana xwe berdewam bikin dibe. Niha rojiyê Remezanê tê. Havin jî hatiye û germe. Ava me û bûzdolabiyê me tuneye. Em mislîmanin em zehmetî dikşînin. “

‘Em axa xwe bernadin’

Emîne anî ziman ku ewê rojiyên xwe jî bigrin û wiha axivî: “Erdogan dibêje ez mislîmanım. Ew ne mîslimane. DAIŞ çi zilmê li ser kurdan pêk tîne. Erdoğan jî ew zûlmê li ser me pêk tîne. Bila Erdoğan baş bizanibe. Em axa xwe bernadin. Emê ser bikevin. Erdoğan dibêje kurdan malan xirap dikin û dişawîtinin. Çima gelê kurd bi tankan bi topan malan xirap dikin. Erdoğan bi çeteyên xwe vê zilmê ser me de pêk tîne. Em dixwazin bile gelê me piştgirî bidin me. Em bixwe av anîn kona xwe û jiyna xwe berdewam dikin. Bila gelên me bê deng nebînin. “

‘Em dê bi vegerê pir kêfxweş bibin'

Dayîka 60 salî Sarya Orak jî diyar kir ku tank û topan malên wan xire kir û niha li konan dijîn û wiha got: “Em 3 mehin li konan dijîn. Roj Remezanê jî hat. Emê bi zorû zehmetiyê de rojiyên xwe bigirin. Em dixwazin em meha remezanê de mala xwe de bibin. Dema ku em vegerin mala xwe pir keyf xweş bibin. Çi dibe bila bibe emê vegerin mala xwe û emê rojiyên xwe jî bigirin.

Jin nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî bibînin

Rabiya Sîpkîn jî dest nîşan kir ku ew dixwazin meha Remezanê li mala xwe bin û wiha got: “Em tenê aştî dixwazin. Em dixwazin vegerin axa xwe. Em dixwazin vegerin mala xwe. Gelê Şirnexê tev dixwazin vegerin mala xwe. Li vir tiştek tuneye. Em jin ji aliyê serşuştin û tuwaletê de pir zehmetî dijîn."

Halime Bektaş jî anî ziman ku dewlet wan qetil dike û wiha axivî: “Dewlet em di Şirnexê de qetil kirin. Dewlet kurdan tevî qetil bike jî em disa vegerin axa xwe. Em niha pir zehemtî dikşînin. Cilê me dibe komir em nikarin bişon. Ceryan tuneye. Bila ciwan neyên kuştin em dikarin li vir jî bijîn."

(ekip/zt)