‘Bila her kes alîkarî bike, emê Şirnexê ji nû ve avabikin’
09:44
JINHA
SIRNEX – Li Şirnexê têkîldarî dorpêç û êrîşên hêzên dewlet nîha jî berdewam dike, 2 roj berê daxuyaniyeke fermî nehatibe kirin jî hate gotin ku operasyon li Şirnexê bi dawî bûye. Welatiyê Şırnexê ev çen mehe li kolanan de dijîn û bi gotina "malên me xira kiriye, Emê vegerin mala xwe” nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Li Şirnexê têkîldarî dorpêç û êrîşên hêzên dewlet nîha jî berdewam dike, 2 roj berê daxuyaniyeke fermî nehatibe kirin jî hate gotin ku operasyon li Şirnexê bi dawî bûye. Hêzên dewletê bi topebaran û bombebaranê bajar hildiweşîbûn Şirnexiyên ku ji ber êrîşan koçber bûn û li derûdora bajar li konên de dijîn dixwazin vegerin Şirnexê. Welatiyê Şırnexê ev çen mehe li kolanan dijîn û bi gotina "malên me xira kiriye, Emê vegerin mala xwe” nerazîbûna xwe anîn ziman.
Dayîka di konan de jiyanê derbas dikin bi navê Hatîce Pusat (55) diyar kir ku ewê bi zorê hatibû koçberkirin û zehmetê kişandin û wiha got: “Em dixwazin vegerin mala xwe. Niha mala me ji aliyê dewlet ve hatiye şawitandin. Dewlet li Şirnexê ciwana bi tank û topan kuşt. Dewlet li ser me îşkenceyê mezin pêk anî. Mala min xirap jî bibe emê vegerin mala xwe çêkin û rûnin.”
Dayika 8 zarokan Xeme Abay (38) jî anî ziman ku ewê biçin li Şirnexê û ber mala xwe konan çêkin û liwir jiyanê xwe berdewam bikin û wiha axivî: “Em naxwazin li vir jiyana xwe berdewam bikin. Em dixwazin biçin welatiyên xwe û liwir konan çêkin. Axa me xweşe. Em 10 kes mala da jiyan dikin. Dibêjin operasyon xilas bû. Çima nahilên em vegerin mala xwe. Em dixwazin vegerin axa xwe. Me zanibû wahşet û zilma dewletê pire. Em dibêjin bila hemû gelê kurd destê xwe bidin destê me û Şirnexê nuh ve avabikin.”
Hayret Atak (23) jî dest nişan kir ku dewlet bi tank û topan mala wan xirap kiriye û wiha pê de çû: “Operasyon xilas buye. Çima nahilên em biçin. Em vegerin biçin mala xwe û emê liwir konê xwe çê bikin. Mala me xirap bûye belê emê heya mala xwe ava bikin li Şirnexê konan de bijîn. Em livir ne rehetin. Axa û ava welatê me pir xweşe. Em diçin mala xwe.”
Husniye Abay (50) jî diyar kir ku mala wan xirap bibe jî ewê biçin mala xwe û wiha got: “Dibêjin operasyon xilas bûye. Emê yek bi yek vegerin mala xwe. Emê mala xwe nahilên ji dewletê re. Dewlet mala me çi bike jî emê biçin mala xwe ava bikin. Eme niha şunda vegerin Şirnexê û konê xwe liwir vekin.”
(ekip/zt)