Piştî 7 rojan Hurşît Kulter li tumenê ye
10:05
JINHA
ŞIRNEX - Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê beriya 10 rojan hate binçavkirin lê binçavkirina wî ji aliyê rayedarên dewletê ve nayê qebûlkirin hate gotin ku li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin.
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hurşît Kulter ê di 27'ê Gulanê de hate binçavkirin, tîmên taybet di hesabên xwe yê çapemeniya civakî de parvekirin ku Hurşît di binçavan de ye lê ligel vê yekê jî binçavkirina wî ji aliyê rayedarên dewletê ve nayê qebûlkirin hate hînbûn ku li 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan tê ragirtin.
Şahid gotibû 'Gumuştepe'
Li gorî kesên ku bûbûn şahidê binçavkirinê Hurşît piştî ku di 27'ê gulanê de ji aliyê tîmên taybet ve piştî kuhate binçavkirin bi wesayîta zirxî ya bi navê "Şortlanê" hatiye siwarkirin û birine Midûriyeta Tîmên Taybet a Gumuştepeyê ya girêdayî Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
'Piştî 7 rojan birin tumenê'
Li gorî çavkaniyekî pêbawer Kulter 7 rojan li Midûriyeta Tîmên Taybet a Gumuştepeyê hatiye ragirtin û îşkence li wî hate kirin. Piştre jî beriya 2 rojan jî ji vir hate girtin û birin 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan.
'Di nezaretê de rewşa wî ne baş bû'
Çavkaniya navborî diyar kir ku Hurşît dîtiye, di nezareta tumenê de ye û 9 rojên ku hatiye binçavkirin jî îşkence li wî hatiye kirin û rewşa wî nebaş bûye.
9 roj in ji Hurşît agahî tuneye
Tîmên taybet ên ku li Şirnexê êrîşên qirkirinê didomînin di hesabên xwe yên çapemeniya civakî ya bi navê "BOF @Tweet_Guneydogu" de ragihandibûn ku Hurşît hatiye binçavkirin. Parêzerên ÎHD'ê, malbata Hurşît serî li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê, Dozgeriya Komarê, 23'yemîn Fermandariya Tumena Sînor a Cendirmeyan û Walîtiya Şirnexê dabûn û bersiva "kesekî bi navî di binçavkin de tuneye" dabûn, li ser vê navê parêzer serî li saziyên navneteweyî dan.
Parêzaran ji bo ku Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe mudaxîl serlêdan kiribûn û piştre jî serî li DMME'yê dan.
NY û DMME, serlêdan qebûl kirin herî dawî DMME'yê ji bo ku aqûbeta Hurşît ji Tirkiyeyê bê pirsîn biryar dabû.
(kom/zt)