Li Nisêbînê vêcarê jî kurguya dewletê ya 'taciz' ê
10:32
JINHA
MÊRDÎN - Piştî li Nisêbînê dîmenên "PKK'yî teslîm bûn" hatin weşandin, di nûçeyên ku ji hêla hêzên dewletê ve hatibûn amedekirin de hatibû îdiakirin ku rêxistin jin û zarokan tacîz dike û sernavên wekî "Keça PKK'yî ya ku teslîm bû rastiya rûyê rêxistinê aşkera kir" avêtin, derket holê ku ev jî ji rastiyê dûr e û dereweke ku her gavê dewlet serî dê dide ye. Hat aşkera kirin ku jin û zarokên ku serê wan di xîzê de nuxaptin û îşkence li wan hat kirin, piştre derxistin ber kamerayan û ew bi gefên wekî "em hatin tacîzkirin" re rû bi rû hatin hiştin. Lê piştrast bû ku welatî ji hêla polîs û leşkeran ve hatine tacîz kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di berxwedana 83 rojan a xwerêveberiyên cewherî de, hema bêje derûniya hêzên dewletê xira bû. Dewleta ku derûniya wê xira bû, bi riya medyaya hewzê wekî her carî serî li şerê derûnî da û 77 welatiyên ji taxan derketibûn wekî "PKK'yî yên hatin teslîm bûn" dan nîşan û kesên ku digotin "teslîm bûne" dîmenên wan hatibû kişandin û piştre dîmenê senaryoya dewletê hatibûn weşandin û mijara "teslîmbûnê" jî derew derketibû. Welatiyên ji taxan hatibûn wergirtin, di kontrola doktoran de îşkenceya li wan hatibû kirin, rapora wê hatibû amadekirin.
Sendroma Nisêbînê didin ji bîrkirin
Hêzên dewletê dixwazin Sendroma Nisêbînê bi nûçeyên derew ji rojevê bixin. Nûçeyên bi rojan ji hêla medyaya hewzê ve hatin weşandin, dihat îdia kirin ku PKK'ê welatî tacîz kirine, lê derekt holê ku jin û zarok bi tacîz û îşkenveya hêzên dewletê re rû bi rû mane.
Di nûçeya medyaya hewzê de N.O. ya 16 salî îdia dike ku ew bi tacîca endamê rêxistinê re rû bi rû maye, lê piştre derket holê ku ev buyer hemû derewên dewleta tirk in.
'Bêjin em hatine tacîzkirin û ceza hindik bigirin'
Li gorî axaftinên parêzeran, jinên di bin çavan de ji hêla polîs û leşkeran ve bi pirsên wekî "Hûn ji bo pêwistiyên cînsî pêşwazî bikin birin wir", "We pêwistiyên wanên cînsî pêşwazî dikir" re rû bi rû hatine hiştin û di dema lêpirsînê de hatine derbkirin. Dîsa di bin çavan de polîs û leşkeran bi gotinên wekî "Endamên rêxistinê çawa hûn tacîz û tecawiz kirine bêjin û ceza hindik bigirin" bi van zextan îşkence li welatiyan hatiye kirin.
Girtiyan jî derewên vîdeoyê piştrast kir
Di hevdîtinên parêzer û girtiyan de jî hat piştrastkirin ku di bin çavan de welatî bi awayekî dijwar bi îşkence û şideta hêzên dewletê re rû bi rû mane. Her wiha dîmênên qaşo "teslîmbûnê" ji hêla girtiyan ve jî hat derewandin û hat aşkera kirin ku dîmen ne rastin.
Polîs: Tu derfetên we tune
Li gorî agahiyên ku gihiştiye parêzeran, 25 kesên di destpêkê de ji taxan hatin wergirtin, destpêkê wan dibin salona werzîşî. Lê piştre 42 kesên ku ji taxan ten tehliyekirin, li cihê buyerê bi saetan wan îşkence dikin û piştre wan dibin hewşa dibistanê û heta sibehê li wir tên ragirtin. Ev 42 kesên bi saetan li vir dîsa tên îşkencekirin, wan bi vî halî dibin nexweşxaneyê.
Welatiyên ku dibin nexweşxaneyê, li wir bi gefên wekî "Em li taxan bi şidetê re rû bi rû man" û dixwazin dîmeneke bi vî rengî bidin avakirin û polîs gefên wekî "heke hûn neaxivin dê xilazbûna we tune be" li welatiyan dixwin.
Rêbaza salên 90'î ya li dijî jinan
Jina bi navê N.D. aşkera kir ku bi taybetî jin ji hêla polîs û leşkeran ve bi êrîşa zayendî re rû bi rû mane, ji ber lêdanê di çavên wê de reşbûn pêk hatiye û jinek jî ji ber lêdanê çeneya wê hatiye şikandin.
Li gorî agahiyên ku parêzeran ji jinan wergirtin, di dema tehliyeyê de welatî li erdê hatine dirêjkirin û di vê demê de videoya mîzansen hatiye kişandin. Piştre yek bi yek di dema rakirinê de tê xwestin jin biçin, piştî "xwe li erdê dirêjkin" bi porê jinan digirin û serê wan dixin nava xîzê. Di vê demê de polîs û leşkerên ku li ser jinan re disekinin, bi pehnan wan derb dikin.
(kom/zt)