Qamişlo her roj berxwedana Bakûr silav dike
10:53
JINHA
QAMISLO - Gel her roj ji bo silavkirina berxwedana Bakûrê Kurdistanê û mehkûmkirina polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê çalakiyan li dar dixîne.
Qamişlo ji bo piştgiriya Bakûrê Kurdistanê û şermezarkirina polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên delweta Tirkiyê daketin qadan. Taxa Xerbiyê di çalakiyê de bi awayeke girseyî beşdarbû. Girseya gel li Zeytûniyê ya ser xeta sînorê Nisêbînê civiyan. Di çalakiyê de pankarta 'Berxwedan rêya serkeftinê' ye hate hilgirtin û bê navber dûruşmeyên 'bijî berxwedana Nisêbînê', 'Bijî berxwedana Şirnexê', 'Bijî berxwedana YPS û YPS-JIN'ê' û 'Bijî Serok Apo' hatin gotin. Endamên Kongra Starê, rêveberên Mala Gel, rêveberên Mala-Jin û endamên SZK'ê beşdarî çalakiyêbûn. Di çalakiyê de alên Kongra Starê, TEV-Çand, Tev-DEM, YPG -YPJ û SZK'ê hatin hildan. Hevseroka taxa Xerbiyê, ŞêrînYûsuf li wir axivî û diyar kir ku polîtîkayên hukûmeta AKP'ê ser nakeve û got: "AKP tucar vîna gelê Kurd nikare bişkînê û em ê berxwedana xwe dewam bikin."
Li ser navê rêveberiya Kognra Star a taxa Xerbiyê, Raniya Salih jî berxwedana Nisêbînê silav kir û got: "Em polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û Erdogan şermezar dikin. Heya niha em berxwedaniya xwe dewam dikin, em ê dewambikin jî."
Ji Destiya Perwerdê Semîra Hac Elî ser rewşa Başûr û Bakur nirxandin kir û got; "Hemû bindestên cîhanê berxwedana Kurdan dibîne. Kurdan nas dikin û li gel me ye. Kurd ji ber ku dixwaze biziman û çanda xwe xwedî derkeve ev tiştêbiserê wan, Lê hêzên navneteweyî li dijî komkujiyan bêdengin. Ez bang li hêzên navneteweyî dikim ku li dijî hûkumeta AKP'ê bibin xwedî helwest û gereke gelê me jî li beramberî van kiryarên hovane şiyar tevbigeri."
(lç/zt)