Amadekariyên 2. Festîvala Hawar a stranên kurdî
10:59
JINHA
EFRÎN - TEV-Çand a Demokratîk dest bi amadekariyên 2. Festîvala Hawarê ya stranên kurdî li Navenda TEV-Çand a Efrînê kir.
Amadekariyên 2. Festîvala Hawar a stranên kurdî li navenda TEV-Çand a Kantona Efrînê dest pê kir. destpêkê her yek wê strana xwe bibêje, eger bi ser bikeve wê tevlî merheleya duyem bibe û wê stranekê bi xwe derxe û bibêje. Wekî destpêkirina amadekariyan, 50 kesan ku ji keç û xortan pêk dihat li ser dikê pêşiya lijneya kontrolê stranên xwe gotin û dengê wan hate ceribandin, êdî wê ji nav wan kesên serkeftî tevlî merheleya duyem a Festîvala Hawarê bibin. Rêveberê giştî yê festîvalê Usama Xelîl Ehmed da zanîn ku wê festîvala îsal ji ya sala çûyîhîncudatir be û wihapê de çû: "Armanca me ji vê festîvalê ew e ku çanda kurdî û stranên gelêrî careke din zindîbibe. Tevî şert û mercên Kantonê, dîsa jî di warê hunerî de çalakî û festîval tên meşandin. Em bi rêya van çalakiyan dixwazin Efrîn bikin paytexta çandê ya Kurdistanê.
(fr/hs/zt)