Jinên êzidî di Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de perwerdê dibînin

11:11

JINHA

ŞENGAL - Di Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de 28 jinên Êzidî dest bi dewreyek perwerdê ya nû kirin.

Jinên Êzidî yên dixwazin tola komkujiyê rakin, ji bo hîn di warê parastinê de pêş bikevin xwe perwerde dikin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di dewreya Şehîd Gulçîn a Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal de dest bi perwerdekirina 28 jinên Êzidî kir. Di dewreya perwerdeya bi merasîma leşkerî hatî vekirin de, ji Fermandarên YJŞ'ê Raperîn Engîzek, Helîm Êzidî, Zeyneb Cûdî û Ezda Şengal amade bûn. Di merasîmê de fermandara YJŞ'ê Raperîn Engîzek di kesayeta Bêrîvan Şengal de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bir anî û got; "Akademiya Şehîd Bêrîvan Şengal li ser vê xaka pîroz, ji bo jinên Êzidî bikarin xwe pêş bixin û li ser bingehê hîn zêdetir xurtkirina parastina cewherî hat vekirin. Keçên Êzidî hem di warê leşkerî, hem jî di warê bîrdozî de dixwazin xwe pêş bixin."

Raperîn wiha berdewam kir: "Di demekî wiha de vekirina akademiyek wiha ji bo me tevan wateyek cûda ye. Ev akademî bi armanca şopandina rêya hemû hewrêyên şehîdbûne hat vekirin. Yên di şopa wan de biçin ev jinên ciwan ên Êzidî ne. Li ser bingehê milîtanbûn û kadrobûnê YJŞ mezin dibe, yên ku ji gelê Êzidî pêşengtiyê bike, ev şervanin. Armanca din ya vekirina vê akademiyê xweperwerdekirina ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê yên ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtîne. Di vê derweya perwerdeyê de em ê hemû kelecanê şoreşê bidin jiyan kirin û bi bawerî serketinê ji hemû şervanên akademiyê re dixwazim."

Piştî axaftinê şervan bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Jin jiyan Azadî" derbasî merasîmêbûn.

(zt)