Di vegera Geverê de qeza: 6 mirî

11:18

JINHA

AMED - Piştî ku li navçeya Geverê qedexe hate rakirin malbata Salar a ji Rihayê vedigeriyan wesayîta wan di riya Amedê de qulibî. Di qezayê de 3 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes bi giranî birîndar bûn.

Di riya Amed-Rihayê de wesayîta malbata Salar a ku Sadik Salar diajot ji ber sedemeke nediyar qulibî. Malbata Salar a ku ji Rihayê vedigeriya Geverê ji 10 kesên di wesayîtê de ajakor Sadik Salar û 3 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî bi giranî birîndar.

4 kesên birîdar bi ambulansa helîkopter û ambulansên din ve rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.

Hate hînbûn ku malbata Salar li Geverê dijîn piştî ku "qedexe" hate rakirin vedigeriyan navçeyê.

(zt)