Lisa Çalan: Li cihê kulîlkan solên min danin!
11:36
JINHA
AMED - Lisa Çalan a ku di êrîşa bombayiya mitînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Amedê de her du lingên xwe windakirî li ser hesabê xwe yê mediyaya civakî nivîsek kin parkir û got: "Ji bo min kulîlkan li wê nedanin, solên min ên ku ezê ticarî nikarim têxim lingê xwe danin."
Di êrîşa bombayiya mitînga HDP'ê ya 5'ê Hezîranê li Qada Îstasyonê ya Amedê de 5 kesan jiyana xwe ji destdabû, nêzî 400 kesan jî birîndarbûyîbûn. Di salvegera bûyerê de dê bîranîn bê lidarxistin. Sinemaci Lisa Çalan a ku di teqînê de her du lingên xwe windakirî û ji bo tedawiyê çuyî Almanyayê ser hesabê xwe yê mediya ya civakî nivîsek kin parkir.
Parkirinên Lisa wihane;
"Sibê 5'ê Hezîranê ye
Dê bîranîn bê çêkirin û li cihê bûyerê kulîlk bên danîn.
Ji bo min kulîlkan nedanin,
Solên minên ku ezê nikarim êdî têxim lingên xwe danin,
Wêneyên min ên li bilindahiya çiyayan dema ku min çengên xwe vekirin, xwe hilavêt
Hewildida hewayê bigirim û wiha kêşayî danin.
5'ê Hezîranê roja ku min jiyan dikir, li kêleka bavê min gorek ji bo min hatî kolan."
(zt)