Li Efrînê bazara jinan hat vekirin
12:08
Hezîran
5
/ 2016
JINHA
EFRÎN - Navenda Pêşxistina Aborî li Kantona Efrînê yekemîn bazara gelerî vekir.
Navenda Pêşxistina Aborî li Kantona Efrînê yekemîn bazara gelerî vekir. Bazar ji 36 dikanan pêk tê, ev proje bi armanca pêşxistina aboriya civakê û taybet malbatên ku cihê xwe tê de digirin, hatiye vekirin. Di vekirina bazarê de endama Desteya Kar û barên Civakî Erîfe Bekir, endama Desteya Jinê Fatma Lekto, Hevseroka Komeleya Êzîdiyan Gulê Selmo û Kordînasiyona Kongreya Star Şêrîn Hesen amade bûn. Bazar bi qutkirina bena sor ji aliyê dayîka şervan Amaz Mistefa ve hate destpêkirin.
(fr/hs/zt)