Bijîşk Necla Qasim ji bo baldariyên rojiyê axivî

12:20

Rûken Dêrik/JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Bijîşk Necla Qasim bi nêzîkbûna meha Remezanê re banga baldariyê kir û got ku nêzîk meheke em bi pirsên ku jin derbarê rojî û tendûrustiyê dipirsin, bersiv didin.

Bi nêzîkbûna meha Remezanê re, pirs û bersivên ji pir aliyan ve di derbarê rojiyan de tên û bijîşka Girkê Legê Necla Qasim dibêje ku ew piranî hewl didin ku ji pirsgirkên di meha Remezanê de derkevin, pêşgîrî bikin. Necla da zanîn ku bi qasî meheke ku bi taybet ji jin re di vê barê de agahiyê xwe parve dikin û wiha domand; "Ev mehek ku nexweşên min piranî ji bo rojiyê tên û pirsan li me dikin. hin nexweşiyên wek şekir û tansiyon hene. Herwiha jinên bi ducanî tên û ji me dipirsin ka em çawa rojî bigrin. Em ji jinên ducanî re dibêjin ku di mehên 1-4'an de rojîn negirin. Lê ji wir pêve ger pirsgirêkek wan a tendûrustiyê nebe dikarin rojî bigrin. Dema dayîk nû bibe ducanî, ger ku rojî bigire ev zirarê dide pêşketina zarokan. Ji xwe hem hewa pir germ e. Hem jî roj dirêjin. Lewma dayîk neçare ku zaroka xwe xwedî bike, xwarin bideyê."

Necla ji bo dayîkên ku şîr didin zarokên xwe jî ev hişyarî kir; "Pêwîste jinên zaroşîr heya dikarin rojî negirin. Ji ber ku xwarin nexwarina wan asta faydeya şîrê zarok kêm dike."

Necla ji nexweşên dil, tansiyon û şekir jî dixwaze ku bi tu awayî rojî negirin û wiha got; "Di demê borî de çêbûye ku hin nexweşên wiha ji ber dîqet nekirin, jiyana xwe ji dest dan. An jî rewşa wan a tendûrustiyê xirabtir bû."

Necla ji bo paqijiyê jî wiha axivî: "Divê di aliyê paqijiyê de jî herkes baldar be. Xwarinên ku dema fitarê têne xwarin pêwîste pir giran nebin. Herwiha ji bo paşîvê jî divê xwarinên sivik werin xwarin û bi yekcarê giranî li ser medeyê çê nebibe. Divê di demên rojiyê de herkes hay ji xwe hebe. Li ber tavê zêde nemînin. Ger bikaribin li cihên hênik bimînin. Herwiha dikarin bi paçên şilkirî jî hilma bedenê daxînin. Lê yên ku nexweş bin nabe ku rojiyê bigrin. Ez daxwaz dikim ev meha remezanê bi xêr û silamet bi dawî bibe û tu pirsgirêk rû nedin."

(en/zt)