'Emê serbilindbin û têkoşînê bidimînin'

14:28

JINHA

AMED - Welatiyên di 5'ê hezîrana 2015'an de di mitînga HDP'ê ya li Qada Îstesyonê de jiyan xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. Qada lê teqîn pêk hat qurnefîl hatin danîn, ji bo Lîsa Çalan a ku di teqînê de herdu lingê wê jêbûn jî li ser daxwaza wê çotek sol hat danîn.

Di 5'ê hezîrana 2015'an de di mitînga HDP'ê ya Amedê de bi sedan kes beşdarî mitînga "Mirovahiya mezin" bibû, di mitîngê de bombe teqiya 5 kesan jiyana xwe ji dest da qasî 400 kes jî birîndar bûn, di yekemîn salvegerê de bîranîn hat li darxistin. Bîranîn li ber trafoya ku teqîn li ber pêk hat de, serokwekîlên Koma HDP'ê Îdris Baluken û Çaglar Demîrel, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Sîbel Yîgîtalp û Nursel Aydogan, beşdarî bîranînê bûn kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn.

Jina sînemavan Lîsa Çalan a di teqînê de her du lingên wê jêbûn û ji bo tedawiyê li Almanyayê ye, beşdarî bîranînê nebû, li ser hesabên xwe yê medyaya civakî ev tişt parvekir: "Ez dê careke din neçim, bila pêlavên min daynin, Li lutkeya çiya ku min milên xwe ji xwezayê re vedikir, banz dida, ji bo ku li hewa bikaribim bigirim çend caran wêne dikişand, weneyên min daynin." Ev daxwaza Lîsa ji hêla malbatê ve hat cih. Malbatê pêlavên Lîsayê yên sor anîn cihê bîranînê û danî cihê teqînê. Dîsa wêneyê Lîsa yê li ser nivîsa "ji bo firînê pêwîstî bi baskan tune" jî hat danîn.

Di merasîma bîranînê de Hevseroka MEYADER'ê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku divê dewlet dest ji siyaseta qirêj berde û ev tişt got: "Divê êdî destê xwe ji pêsîra gelê kurd bikişîne. Divê ev şere ku li dijî gelê kurd hatiye destpêkirin bê dawîkirin. Em van êrîşan teqes qebûl nakin."

Îdrîs Baluken jî anî ziman ku êrîşa bombeyê ya 5'ê Hezîranê li dijî pêşeroja hevpar a gelan bû û navên kesên ku di qatlîamê de jiyana xwi ji dest dan xwend û bi bîr anî. Îdrîs destnîşan kir ku kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn ji bo hêviyên bihevre jiyanê li Qada Îstasyonê hatibûn cem hevû gelê Amedê peyama ku jiyana bihevre, bi siyaseta demokratîk ve pêkan e dane û wiha axivî: "Daxwazên pîroz û bi rûmet bi berpirsariya Qesrê îxtidara AKP'ê hin derûdorên tarî ketin dewreyê û bi êrîşên bombeyî ve xwestin ji holê rakin."

Piştî axaftinan qurnefîl danîn cihê teqînê.

(zt)