Kongra Star ji bo êrîşên ser Bakur daxuyanî da
14:36
JINHA
AMÛDÊ - Kongra Star daxuyaniyek ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirkiyê li ser gelê sivîl li Bakûrê Kudistanê da.
Kongreya Star li bajarê Amûdê li ber Navenda xwe daxuyaniyek da, bi dehan jin tevlî bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Peymangeha Şehîd Peyman, Hena Xalid ve hate xwendin. Hena wiha axivî: "Gelê Kurd li her çar aliyê Kurdisanê berxwedaniyeke bêhempa didin meşandin. Îro berxwedanî û lehengiya Viyan û Bêrîtan li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bi qehremaniya Arîn, Sêvê û Sakîneyan gihîştiye lûtkeyê. Ev berxwdanî bûye mînak ji bo gelê bindest. Lê ev berxwedanî ji hêla pir hêzan ve ji nedîtî ve tê û Hukûmeta AKP'ê destek dikin."
Hena wiha berdewam kir; "Li Rojavayê Kurdistanê, ji dema şoreşê heya niha alîkarî didin DAIŞ'ê. Lê belê dê gelê Kurd heya dawî berxwedana xwe ya rûmet û hebûnê bidomîne. Çiqas komkujî li ser gelê Kurd bikin jî wê bixwe bin bikevin. Ji xwe ev lewazbûna dewleta Tirkiyê nîşan dide. Ji ber vê em wek Kongra Star tevahî bêdengiya navnetewî û hovîtiya dewleta Tirkiyêû nêzîkatiyên hukûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Em tecrîda li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî qebûl nakin û bang li tevahiya jinan dikin, li dijî van kiryarên derveyî mirovahiyê têkoşîna xwe bilind bikin."
Daxuyanî bi dûruşmeyên "Bijî Berxwedana Bakûrê Kurdistanê" bi dawî bû.
(rh/hs)