Di nexweşxanên Xabur û Şirnexê de 41 cenaze tên girtin

14:43

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê 11 cenazeyên tê gotin aydî endamên YPS'ê ne û di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Di ATK û nexweşxanên Xaburê de 41 cenaze tên girtin.

Li Şirnexê ku erîşên qirkirinê yên dewletê kete roja 84'emîn 11 cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê. Cenazeyên ku tê texmînkirin aydî endamên YPS ne û di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li morgê tên rawestandin.

Li aliyê din 14 cenazeyên ku li nexweşxaneyê bûn jî ji wan 9 cenaze birine Saziya Tiba Edlî ya Deriyê Sînor ê Xabûrê ya Sîlopiyê.

Bi van canezeyên ku anîn nexweşxaneyê 16 cenaze li nexweşxaneyê ne.

Li Xabûrê 25 cenazeyên aydî endamên YPS'ê ne tên rawestandin.

(sa)