2. Mîhrîcana Kurteçîrokan a Rojava despêdike
15:10
JINHA
QAMIŞLO - Amadekariyên 2. Mîhrîcana Kurteçîrokan a Rojava temambûne, sibê despêdike.
Sibe ‘2. Mîhrecana Kurteçîrokan a Rojava’ bi beşdarbûna 50 çîrokên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî yên ji çar aliyên Kurdistanê destpê dike. Ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriye û Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê ve, amadekarî tên kirin. Komîteya amadekar a mehrîcanê ji 9 kesan hatiye avakirin. Komîteyê ji destpêka avakirinê û vir ve dest bi civînan kir, her wiha komîteyek ji bo nirxandina çîrokan jî ava kir. Amadekariyên mîhrîcanê ya îsal ku dê bi beşdariya çîrokên bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî were lidarxistin bi dawî bûne. Mercên wê heya 11'ê hezîranê berdewam bike.
(zt)