Dayîkên Kobanê jî tevlî hemleya Minbicê bûn
15:31
JINHA
KOBANÊ - Jinên Rêveberiya Xweser û hemû jinên saziyan yên Kantona Kobanê li Bendava Tişrînê ji bo şervanên QSD´ê xwarin amade kirin. Jinan derbarê vê hemleyê de nerînên xwe anîn ziman.
Hemleya ku şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina Minbicê dest pê kiribû, hîn didome. Jinên Kantona Kobanê her roj li Bendava Tişrîn ji bo şervanan xwarin çêdikin. Îro jî jinên Rêveberiya Xweser cihê xwe di xwarinçêkirinê de girtin. Derbarê vê mijarê de jinan nerînên xwe anîn ziman: " Wekî ku şervanên me di çeperên şer de li hember çeteyan berxwedaniyê dikin, em ê jî heya dawiyê li vir piştgiriya wan bikin û çi ji me were xwestin em ê ji bo serkeftina QSD'ê pêk bînin."
Endama Kongra Star Semîre Ehmed destnîşan kir ku ew ê heya dawiyê piştgiriya şervanên QSD'ê bikin û wiha domand: "Em wekî jinên Kantona Kobanê dê heya dawiyê piştgiriya QSD'ê bikin, rast e em nikarin bi wan re di çeperên şer de hazir bibin, lê em li vir dikarin xwarin ji wan re çêkin û moralê wan bilind bikin. Şervanan dikarîbû bi vîn û berxwedaniya xwe xeta sor a qaşo Erdoxan bin av dikir, derbas bikin û pîlanên hêzên dijmin vala derxin. Ji bo wê ez bang li hemû jinan dikim ku bi çi rengî be jî cihê xwe di vê hemleyê de bigirn."
Endama meclisa taxa Şehîd Yihiya ya Kobanê Seher Elî derbarê vê hemleyê de wiha got: "Ez û hemû jinên li vir hazir ku xwarinê çêdikin pir kêfxweşin. Dema ez di şerê Kobanê de koçî Bakur bûm, min dixwest ez zû vegerim û xwarinê ji şervanan ku berxwedaniyê didin meşandin çekim, niha ev xewna min pêk hat. Heya dawiyê em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya QSD'ê bikin, bêguman wê serkeftin a wan be, ji ber ku li ser bingehê fikir û felsefeyeke rast, li ser ramanê Rêber Apo têkoşînê didin meşandin."
Şêrîn Oso Cîgira Desteya Jinê ya Kantona Kobanê: "Em li vir bi dil û canê xwe bi şervanên QSD'ê re ne, em bawerin ku dê serkeftinên mezin bidest bixin û herêmê ji çeteyan rizgar bikin. Em jî çi ji bo serkeftina şervanan ji me were xwestin em ê bikin. Banga min ku hemû jin cihê xwe di vê berxwedaniyê de bigirin, çêkirina xwarinê ji şervanan re jî karekî pîroz û bi nirx e."
(rê/hs)