HPC-JIN li taxa Salihiyê perwerde leşkerî da jinan

15:46

JINHA

HESEKÊ - HPC-JIN li Komîna taxa Salihiyê ya girêdayî bajarê Hesekê ji bo 10 jinên taxê dewreya perwerdeyê destpê kir.

Ji bo ku jin bikaribe xwe û herêma xwe biparêze, bê navber dewreyên perwerdeyê li Rojava tên dayîn. HPC-JIN jî di çarçoveya perwerdekirina jinan de, dest bi perwerdekirina 25 jinênjikomînataxaSalihiyêkujipêkhateyaEreb û Kurdin, kir. Rêvebera HPC-JIN, Firyal Silêman giringiya perwerdê bi giştî û taybet parastina rewa anî ziman û wiha got: "Ji bo ku jin karibe xwe û welatê xwe biparêze divê baş bizane çawa çekê jî bikar bîne. Em jî ji bo vê yekê dê dewreyên perwerdekirina jinan bidomînin. Ev perwerdeya nû jî dê deh rojan û di her rojê de du saetan were dayîn. Wê demê jin dikare bi hêza xwe hemû curên koletiyê ku li ser tê meşandin, bişkîne û vala derxîne."

Endama perwerdeyê Efaf Elî da zanîn ku erka her mirovekêkubizaneçekê bikar bîne û wiha domand: "Ji bo parastina xwe û derdora xwe parastina rewa erkekî bingehîn e, ji bo wê divê hemû komînên me taybet jin vê perwerdê bibînin û erka xwe ya bingehîn di parastina welatê xwe de pêk bînin."

Fatma Elî jî got: "Ev perwerde ji bo me cihê serbilindî û serfiraziyê ye, bi hêviya ku hemû jin tevlî perwerdeyên parastina rewa bibin. Xwesteka min ew e ku di demên pêş de jî em mil bi mil li kêleka şervanên YPJ'ê di cebheyên şer de li hember dijmin parastina welatê xwe bikin."

(ee/hs)