Şaxa KESK'a Colemêrgê ji bo alîkariya Geverê daxuyanî da
13:21
JINHA
COLEMÊRG - Şaxa KESK'ê Colemêrgê bang li gel kir ku ji bo nû avakirinê jî piştgiriyê bidin gelê Geverê.
Şaxa KESK'ê bi daxuyaniyekê bang li herkesê kir ku ji bo ji nû ve avakirina Geverê têkevin nava hewildanan. Daxuyaniya ku li avahiya KESK'ê ha dayîn ji aliyê Hevserokê KESK'ê Musa Bor ve hat xwendin. Musa got: "Di vê meha Remezanê de wekî her deveran li Navçeya me a Geverê jî avahî hatin hilweşandin û şewitandin divê di van rojên zehmet de herkes ji bo ji nû ve avakirina Geverê bibe piştgiri. Kesên ku dixwazin alikariya zexîre bikin bila bi tiştên amadekirî bînin saziya KESK'ê. Di aliyê abori de ger bixwazin bibin alikar bila bidin Komeleya Rojava yê bila haya gelê me pê hebe û herkes berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bicîhbîne."
(zyd/zt)