Mamoste û xwendekar goristan ziyaret kirin

13:27

JINHA

KOBANÊ - Îro mamoste û xwendekarên Kantona Kobanê bi armanca bîranîna kesên di komkujiya 25'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dane, goristan ziyaret kirin û kûlîlk danîn ser goran.

Di cîhanê de ji bo her gelek hin rojên bi êş û nayên jibîrkirin hene, ji bo gelê Kobanê jî komkujiya 25'ê Hezîranê êşeke giran îfade dike. Di vê komkujiyê de bi sedan kes bûn qurbaniya hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê. Gelê Kantonê, bi taybet malbatên wendahiyan di nav de dayîk, bav û zarokên wan rojana berê xwe didin şehîdgehê û serdana kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dikin. Di komkujiyê de gelek mamoste jî jiyana xwe ji dest dan. Îro jî mamoste û xwendevanên Kantona Kobanê bi armanca bîranîna mamosteyan serdana şehîdgehê kirin. Mamoste û xwendevan ên peymangehên Viyan Amara, Şehîd Zozan û Şehîd Gîvara serdana şehîdgehê kirin, av li goran reşandin û derdora wan paqij kirin.

Mamoste Cîhan Hesen ku yek ji xizmên wê jî di komkujiya 25'ê Hezîranê de hatiye qetilkirin, hestên xwe anî ziman. Cîhan Hesen sersaxî ji malbatên wendahiyan re xwest û got, "Em ê şopdarê xeta şehîdên xwe yê mamoste bin û em ê tucarî pênûsa wan li erdê nehêlin."

(ze/en/rc)