Li Wêranşarê êrîşa ser jinan

13:40

JINHA

RIHA - Li Wêranşarê jina bi navê Rahîme Sicak ji ber cara duyemîn bi kesekî din re zewicî, ji hêla hevjînê xwe yê berê yê bi navê Sînan Sicak ve hat kêrkirin.

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê, jina bi navê Rahîme Sicak ji hêla hevjînê xwe yê ku ji wî cuda bû Sînan Sicak ve hat kêrkirin. Li gorî agahiyên ku hatin bi destxistin, jina ku ji hevjînê xwe veqetiya û bi kesekî din re zewicî û çû Almanyayê, ji bo biçe serdana xizmên xwe hat Wêranşarê. Sînan Sicak ê ku bi gotinên wekî "Ez dê te rêwî bikim" xwest Rahîme Sicak bibîne çû mala wê û ew ji qirik û zikê wê bi kêrê birîndar kir. Rahîme ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Piştî buyerê ji bo girtina Sînan Sican xebat hatin destpêkirin.

(zt)