Lîseyî: Têkoşîna me wê bi sînor nemîne!
14:33
Habibe Eren/JINHA
ENEQERE - Bi dirûşmeya ‘Emê teslîmê tarîtiyê nebin’ li gelek lîseyan serhildanê dest pê kir û heta niha li 400 lîseyê li dijî paşverûtî û newekheviyê danezan hatin weşandin. Xwendekaran diyar kirin ku têkoşîn wê bi danezanê sînor nemîne û gotin: “Em ciwan nû hatin û qet niyeta me tine ku em teslîm bibin. Em vê lîstikê wê xera bikin.”
Serhildana li Lîseya Mêran a Stenbolê dest pê kir, piştî lîseya Galatasarayê, Vefayê, Kadikoy Anadoluyê, Notre Dame de Sîon û hinek lîseyên din, lîseya Anadolu ya Bakirkoy a Stenbolê, Lîseya Îzmîr Ataturkê û Beyogluyê jî danezan weşandin û protesto berdewam kirin. Heta niha li seranserê Tirkiyeyê nêzî 400 lîseyî danezan weşandin û gotin ‘ew teslîmê tarîtiyê nabin’. Her wiha di nav lîseyan de Lîseyên Îmam Hatîbê jî hene.
‘Em nayê vê lîstikê’
Di daneza ku 400 lîseyê weşandiye de daxwaz wihane: “Welatê me di bin dagirkgeriya paşverû de berxwe dide. Ev dagirkerî di her nokteya jiyana me de xwe dide der. Li kargeriyan, malan, kolanan, dibistanan li her derê xwe li me pêcaye. Paşverû dixwazin dibistanên me yobaz bikin. Em ciwan nû hatin, ti niyeta me tine ku em teslîm bibin. Emê vê lîstikê xera bikin.”
‘Em zarokên ku Gezî jiyane’
Xwendekara lîseyê Ekîn Su Gundogdu got: “Em zarokên ku Gezî jiyane. Em li Geziyê mezin bûn. Pêvajo ji bo me pir zehmete. Li Kurdistanê rewşa awarte hatiye îlankirin. Li ser lîseyan zext hene. Ev rewş bi rihê Geziyê derketiye holê. Lîse bi awayekî hişmend bertekê nîşanê vê rewşê dide. Tirkiye her diçe dikeve nava şerê navxweyî. Mirov tên globalkirin. Li Kurdistanê mirov tên qetilkirin.”
Ekînê got xwendekaran li dijî pergala perwerdehiyê, li dijî pergala perwerdehiya jiber û dersên dîrokê serî hildane û got: “Perwerdehiyeke ne zanist heye. Heta dersên perwerdeya beden me yoz dikin. Ev danezan jî encama teqîna vê rewşê ye.”
Ekînê got yekem lîseya ku danezan weşandiye Lîseya Mêran a Stenbolê ye û got: “Midûrê wê lîseyê ji xwendekarên keç re got hun nekarin etek li xwe bikin. Li ser vê ev danezan hat weşandin. Piştre lîseyên din jî pirsgirêkên xwe nivîsîn. Em li taxan pankartan didaliqînin. Em kesê pişta xwe didin tarîtiyê silav dikin.
‘Em dizanin Erdogan çiqas ji Geziyê ditirse’
Endama Yekitiya Lîseyên Şoreşger, xwendekara Lîseya Anadolu ya Faruk Nafiz Çamlibel, Işil Polatê jî got ew dizanin Tayyîp Erdogan çiqas ji Geziyê ditirse û got ji bo parqa Gezî sabote bike çi ji destê wa tên dikin. Işilê da zanîn ku ev tevgera li lîseyan dikare bibe destpêka tevgereke nû û destnîşan kir ku têkoşîna wan wê bi danezanê sînor nemîne.
(hu)