Jinên girtiyên siyasî ketin gireva birçîbûnê
15:25
JINHA
EDENE - Jinên girtiyên siyasiyên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê dimînin bi rêya nameyek a ji malbatên xwe re şandî re diyar kirine ku wê 3 rojan têkevin gireva birçîbûnê, dernekevin hevdîtinê.
Jinên girtiyên siyasiyên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê dimînin bi rêya malbatên xwe nameyek ji TUAD-FED'a Edenê re şandin. Jinên girtî di nameya ku şandine de dan zanîn ku dê 3 rojan têkevin gireva birçîbûnê, 5 heftan jî dernakevin hevdîtinê û bi ti awayî nakevin nava dan û sitandinê.
Di nameyê de zanîn ku di rojên derbasbûyî de 7 jinên girtiyên li hemberî tindiyên ser wan tên kirin 3 rojan ketin gireva birçîbûnê cezayê hucrê û hevdîtinê danê. Di nameyê de hat destnîşan kirin ku 6 meh berê dema ji Girtîgeha Mêrdînê jinek sewqî nexweşxanê kirin di rê de leşkeran bi awayê "Ger salên 90'an bana me dê hun tecawîz kiribana" tehdîdên îskenca zayendî lê kirin.
'Di aliyê zagonî de çî bê xwestin emê bikin'
Nûnera TUAD-FED'a Edenê Nursel Kocabey bilêv kir ku divê bêhiquqiyên tên kirin bên çareserkirin û got: "Her diçek bêmafiyên li Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê berdewam dike. Li hemberî wan bêmafiyan jinên girtî dê dest bi gireva birçîbûnê ya 3 rojan bikin. di aliyê hiquqî de çî bê xwestin emê bikin."
(zt)