Ji ber şêwirmendiya bi Ozgur Gundemê re girtin
16:47
JINHA
STENBOL - Di derbarê Ahmet Nesin, Erol Onderoglu û Prof. Dr. Şebnem Forur Fincanci yên ku di kampanyaya "Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî" ya ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê de cîh girtin doz hat vekirin û bi daxwaza girtinê ew sewqî dadgehê kirin û hatin girtin.
Di derbarê ojnameger, nivîskar û ronakbîrên ku piştgirî dane kampanyaya "Nobedariya Gerînendetiya Weşana Giştî" ya ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê de cîh girtin doz hat vekirin. 9 kesên ku di derbarê wan de doz hatî vekirin ji bo îfadedayînê çun Dadgeha Çaglayan a Stenbolê îfade dan. Ahmet Nesin, Erol Onderoglu û Pro. Dr. Şebnem Forur Fincanci yên ku li Dozgeriyê îfade dan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin û hatin girtin.
Herî dawî bi îdiaya "porpagandaya rêxistinê kirine" Şebnem, Erol û Ahmet sewqî dadgehê kirin, dadgehê jî di derbarê her sê yan de biriyara girtinê da.
(zt)